Serpil Kemalbay:Em hewl didin ku pirsgirêkên herêmî çareser bikin
- 15:17 3 Tebax 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay çû serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê, Aziz Kocaoglu û got armanca wan ew e ku pirsgirêkên herêmî bi hev re çareser bikin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpil Kemalbay çû serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê, Aziz Kocaoglu. Serpilê anî ziman ku divê şaredarî êdî ji bo pêdiviyên gel bixebite.
Serpilê da zanîn ku divê pirsgirêkên gel bên çareserkirin û got:"Divê ne li gor sermayeyê li gor berjewendiyên gel xebat bên kirin.'
'Ji bo qayyiman tayin bikin li sedemên vala geriyan'
Serpîlê da zanîn ku gelek denetîm ji bo şaredariyên DBP'ê hat kirin lê ji ber ku tiştek nedîtin, wekî din tişt kirin bahane.
Serpîlê da zanîn ku kew dixwaze çareseriyek hevpar bê avakirin.