Li Trabzonê zarokekê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da

  • 14:40 3 Tebax 2018
  • Rojane
TRABZON - Li Navçeya Duzkoyê zaroka bi navê Fatma B. bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. 
 
Fatma B. ya ku ji bo betlaneyê ji Muglayê hat navçeya Duzkoya Trabzonê do bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Piştî lêkolînê cenazeyên Fatmayê ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê. 
 
Hat ragihandin ku dê cenazeyê Fatmayê li Navçeya Tonyayê bê definkirin.