Êzidî dixwazin li gundan bi cih bibin

  • 14:05 3 Tebax 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê, 5 kampên koçberan a Êzidiyan jî navê de digire. Êzidiyên naxwazin biçin kampek nû, dixwazin li gundan bi cih bibin. 
 
Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê ya girêdayî Wezareta Karê Hûndir, berî rojekê diyar kiribû ku dê 5 kampên koçberan ên li Dîlok, Semsûr û Mêrdînê vale bikin. Midûryetê biryara da ku 34 hezar 180’î koçberên li van kampan, li kampên navçeyên Serê Kanî, Pirsûs û Kaniya Xezalan ên Riha, bajarên Kîlîs û Hatayê  bi cih bikin. 
 
Di nava 5 kampên bên girtin de, kampa AFAD’ê ya navçeya Midyata Mêrdînê ku Êzidiyên Şengalê berî 4 salan ji ber êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê neçar man axa xwe terk bikin û li wir hatin bi cih kirin ji heye. Hat diyarkirin dê ji kampê 2 hezar û 458 koçberan bibin kampên din ên cuda. 
  
Hat payîn ku di dawiya meha Tebaxê de dê barkirin kampan bi dawî bibe û  personelên di kampan de dixebitîn jî dê  li saziyên cemawerî bên erkedarkirin. Hat zanîn ku rayedarên kampê û mûxtarên taxên dinava  kampê de civîn pêk anîn û piştî civînê pirsa “Gelo hûn dixwazin bi derfetên xwe ji kampê derbikevin, an jî bi derfetên AFAD’ê derbikevin “ ji penaberan kirin. 
  
Hat destnîşankirin ku ji sedî 90 Êzidiyên di kampê de dijîn, xwestine bi derfetên xwe ji kampê derbikevin û li gundê Êzidiyan ên li bajêr bi cih bibin. Tê texmînkirin ku Êzidiyên xwestin bi derfetên xwe ji kampê derbikevin, wan  nebin kampên Hatay, Kîlîs û Rihayê.