Firokeyan sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir

  • 13:00 3 Tebax 2018
  • Rojane
AMED- Hat ragihandin duh bi şev helîkopteran çolterên gundên Zerê û Hûrê yên di sêgoşeya Licê, Karaz û Hênê de cih digirin bombebaran kirine. 
 
Hat ragihandin helîkoptêran sêgoşeya navçeyên Licê, Hênê û Karazê yên Amedê duh di saetên şevê de bombebaran kiriye.Li gorî agahiyên hatin bidestxistin bombebaran li çoltera gundê Zerê ya bi ser Licê ve û gundê Hûrê ya bi ser Hênê ve bombebaran kirin e. Hat zanîn ku bombebaran heta serê sibê dewam kiriye. 
 
Li aliyê din “qedexeya derketina derve” ya duh bi şev li 5 gund û 4 mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê hatibû îlankirin didome û li bejahî û asîmanên vê herêmê tevgera leşkerî jî berdewam dike.