'Em ê destûrê nedin qirkirina jinan'

  • 12:46 3 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Dîlgirtin, bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Em ê tu carî bûyerên li dijî jinan û gelên qedîm ên dîrokê pêk hatin, ji bîr nekin û di şexsê jinên Êzidî de em ê destûrê nedin qirkirinên jinan." 
 
Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Dîlgirtîn, bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand. Platforma Jinan, di daxuyaniya da de wiha got: "Em ê tu carî bûyerên li dijî jinan û gelên qedîm ên dîrokê pêk hatin, ji bîr nekin û di şexsê jinên Êzidî de em ê destûrê nedin qirkirinên jinan. Di dîrokê de bi qasî kesên ji bo mirovahiyê ked dane û ji bo azadî, adaletê û li cihê ku rûmeta mirovahiyê lê nayê pelçiqandin jiyaneke azad bê afirandin berdêl dane; bi tarîtiya qirkirinê re tijî ye. Mirovahî ji Srebrenîtsa, Arjantînê, Şîliyê, Bolivyayê, Ermeniyan, Suryaniyan, Helepçê, Myanmarê, Yemenê, Kobanê, Efrînê, Misûlê, Reqqayê û Filistînê ji vir ve tiştên hatine jiyîn, bê di nava kîjan rûpelên tarî yên dîrokê de cîh bigirin bi dayîna berdêlên giranbuha û êşên mezin hatin tecrûbekirin."
 
Platformê, diyar kir ku îro ew di 4'emîn salvegera komkujiya 3'yê Tebaxê ya li ser gelê Êzîdî hat meşandin de ne û wiha rêz kir: "Êzidiyên di dîroka xwe ya dehezaran salan 73 ferman dîtinê ne bes e, di sedsala 21'emîn de jî bi qirkirina herî hovane rû bi rû man. Bi hezaran jin û zarok ji hêla rêxistina çete ya cîhadîst a DAIŞ'ê vê hatin firotin; li bazarên koleyan hatin firotin û hê jî  qûbeta derdora sê hezar jin û zarokan nayê zanîn. Di van çar salên derbasbûyî de şer û pevçûnên di serî de li Rojhilata Navîn diqewimin de jinên êzidî yên xwediyê rastîn ên Şengalê ne wekî xenîmeta şer hatin dîtin. Ligel qirkirina 3'yê Tebaxa 2014'an, jinên Êzidî ji  hêla DAIŞ'ê ve wekî "xenîmeta şer” hatin dîtin li dewletên Ereban firotin şêxan. Rûbirû mana bi êrîşa zayendî re man jî piştî hatin kuştin li gorên komî hatin veşartin û ev yek rê li ber qirkirina jinên Êzidî vekir. Bi heman şêwayê gelên Ermen, Suryan, Şebekên Şiî, Tirkmenên Şiî yên ne sunnî ne, li ber çavên hemû dinyayê û bêdengiya dewletên desthilatdaran bi êrîşên DAIŞ'ê re rûbirû man û hê jî ev êrîş didomin. Çend roj berê di êrîşa DAIŞ'ê ya li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê ku piraniya wan gelê Durzî lê dijîn, 240 mirov jiyana xwe ji dest dan; di êrîşeke din a li paytexta Swêdê Stockholmê pêk hat. Ev êrîşa bi qamyonê pêk hat de 4 sivîl hatin qetilkirin. Em baş zanîn ku ev herdu êrîş, nîşaneya êrîşên piştî Şengalê bûn û ji ber dewlet û hêzên desthilatdar tevdîrên ji bo pêşîgirtina van êrîşan negirtin, biryarên di cîh de û cidî yên li hemberî polîtîkayên şer ku gel biparêzin negirtin ev komkujî berdewam dikin."
  
Platformê di dewama daxuyaniya xwe de wiha domand: "Jinên Êzidî yên hêza xwe tenê ji hebûna xwe û baweriya xwe ya dehezaran salan digirin, piştî komkujiya Şengalê li şûna bêdeng bimîne, tiştên hatine jiyîn wekî qedera xwe bibîne, xwe ji mirinê re razînin, bi biryara berxwedan, azadî û warên lê hatine dinyayê û lê mezin bûne bi canê xwe biparêzin Meclîsa Jinan ava kirin. Hewl didin bi hêza xwe birînên xwe derman bikin. Fermana 73'emîn nîşan daye ku Kurd, Êzidî, Sunnî,  Elewî û Şebek li cîhê lê dijîn statuya xwe bidest nexin, her tim ji êrîşên nû re vekirîne. Di vî alî de divê wekî hemû gelan mafê statuyê û çarenûsa xwe diyar bike bidin gelên Êzîdî jî. Bi saya vê têkoşînê, di 2016'an de pêşengiya ji bo 3'yê Tebaxê wekî Roja Têkoşîna Li Hemberî Qirkirina Jinan bê îlankirin. Ji Ewropayê heta Qanadayê, ji Awusturalyayê heta welatên Afrîka, Tirkiye, Iraq û gelek welatên din ên dinyayê tevgerên jinan xwedî li vê bangewaziyê derketin. Di heman roj û di heman deqê de bûn yek dil û biryardariya xwe ya têkoşîna hevpar a li hemberî hovitî û qirkirinê destnîşan kirin. Îro jî ev biryadarî didome."
 
Platformê di daxuyiniya xwe de bal kişand ser domandin danişîna doza 10'ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê ya û wiha dewam kir: "Em ê ne tenê ji bo Şengalê, ji bo hesab ji kujerên di 10'ê Cotmehê de Komkujiya Gara Enqereyê, di 5'ê Hezîrana 2015'an de bi bombeyê êrîşî mîtînga HDP'ê ya li Amedê kirin, daweta li Dîlokê xwîn rijandin û ciwanên dixwestin pêlîstokan bibin zarokên Kobanê li Pirsûsê hatin qetilkirin bipirsin; em careke din dubare dikin ku dê hewldana me ji bo darizandineke adîlane pêk were û alîkarên van kujeran bi cezayê heq kirin bên cezakirin bidome."
 
'Qeyuman Êzidiyên penaber li orteyê hişt'
 
Platformê, daxuya kirin ku qeyûman Êzidiyên koçî Tirkiyeyê kirin li holê hiştin û wiha domand: "Ji bilî vê yekê tişta ku em dixwazin bînin ziman ew e ku wargehên şaredariyên DBP'ê ji bo penaberên ji ber fermanê cîh û warên xwe terkirine avakiribûn bi şandina qeyûman hatin girtin. Bi qeyûman re gelê Êzidî li deryayan terkî însafa bazirganên mirovan kirine. Bi girtina wargehên wekî mala xwe ya duyemîn qebûl kiribûn, qirikirina duyemîn li ser wan hatiye ferzkirin. Beriya qeyûman bêyî ku alîkariyên bingehîn ji hikûmetê wergirin, xwe bi xwe jiyana xwe, bawerî, tendûristî, xwedîkirin û paqijiya xwe bi, cih dianîn. Niha jî gelê Êzidî li holê hatine hiştin. Wekî Platformê daxwaziyên me yên ji bo serdana wargehên AFAD'ê her tim hatin astengkirin. Ev pêvajoya ku li welatekî ku Peymana Mafên Penaberan a NY'ê îmzekiriye derketiye holê, tê wateya ku ev peyman hatiye betalkirin. Ev hemû li aliyekî, komkujiya Suweydayê ya ku me anî nîşan dide ku heta ku gefa DAIŞ'ê li ser Êzidiyan û gelên Rojhilata Navîn bidome, hemû jin jî din bin xetereyê dene.
 
'Heta em jiyanê azad bikin em ê li her derê biqêrin'
 
Platforma Jinan, di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: " Em jin dibêjin ku heta tenê jinek jî di nava destên çeteyan de bimînin, em ê wan azad bikin. Em jin dibêjin ku jenosît û qirkirina jinan sûcê mirovahiyê ye, heta ku hesab ji kujeran were pirsîn emê têkoşînin. 3'yê tebaxê ku ketiye nava rûpelên tarî yên dîrokê heta ku ev roj wekî "Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Hemberî Qirkirin û Komkujiya Jinan" bê qebûlkirin emê têkoşîna xwe li qadên navneteweyî û mekanîzmayên darazê bidomin. Divê neyê jibîrkirin ku qirkirinên hesabê wê nehatine pirsîn rê li ber qirkirinên din vedike. Bi vê wesîleyê em careke din jinên li Şengal, Rojava, Pirsûs, Gara Enqereyê, Suweydayê û Stockholmê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em jin li her derê hevkariya xwe ya bi jinan xurtir bikin û têkoşîna xwe bilintir bikin. Heta ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Hemberî Qirkirin û Komkujiya Jinan, bi şîyara Qirkirina Jinan Rawestînin, Jiyanê azad bikin em ê li her derê biqîrin."