'Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe'
- 12:01 3 Tebax 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma " Azadiya Rêber Apo Azadiya Jin û Civakê ye" ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hemleya xwe ya sêyemîn bi meşek girseyî pêk anîn. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin:"Heta Rêber Apo azad nebe em nasekinin."
Bi sedan gelên Kantona Kobanê, Girê Sipî, Sirîn li Kobanê li Qada Jina Azad bi pêşengtiya Kongreya Star bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" Jin jiyana azadî", "Azadiya Rêber Apo Azadiya jin û civakê ye" meş li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên hemû saziyan û pankartên "Bijî yekîtiya gelan, bimre Erdogan", "Em Jinên Ciwan Can Fêdayê Ocalan in" hat hilgirtin û girse ber bi qada aştyê ve meşiya. Meş bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir û paşê li ser navê Rêveberiya xweser Enwer Muslim û li ser navê Kongreya Star a Kantona Girê Sipî jî axatîn hatin kirin. Jinên ku beşdarî meşê bûn anîn ziman ku ji bo aştî û azadiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe.
'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'
Emîne Ehmed diyar kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan her di nava tevgerê de ne û got:"Em azadiya Rêberê dixwazin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Divê em hemû bi yek dilî rabin ser piyan û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."
'Ji bo azadiya gelê Kurd divê Rêber Apo serbest bê berdan'
Ayser Xelîl destnîşan kir ku neheqî li Abdullah Ocalan tê kirin û wiha got:"Rêber Apo tecrîda giran heq nake. Çimkî wî her dem ji bo aştî û azadiyê berxwe da. Ji bo azadiya gelê Kurd divê Rêber Apo serbest bê berdan. Em ê li berxwe bidin heta ku em Rêberê xwe Azad dikin, Azadî Ji bo Rêber Apo."
Her wiha Mûna Ehmed jî wiha got:" Em Weke Jinên Kantona Girê Sipî Ereb, Kurd, Ermen em ê di nav çalakiyan de bin heta ku serok azad dibe. Bila her kes bizani be ku em ê jin Rêber Apo Azad bikin."