Li Çiyayê Şengalê bîranîna 4'emîn salvegera komkujiyê
- 11:40 3 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bîranînê yên 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, bi meşek meşaleyi ya li Çiyayê Şengalê destpê kir.
Çalakiyên bîranînê yên 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat destpêkirin. Bi pêşengtiya Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) duh bi şev li qada Serdest a herêma Amûdê ya Çiyayê Şengalê meşek meşaleyî pêk hat. Ciwana alên YBŞ û YJŞ’ê kirin destên xwe û bi saetan meşiyan, bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê” berz kirn û fermana li ser Êzidiyan şermezar kirin.
Di saetên serê sibê de, bi sedan kes li ber şaredariya herêma Serdest kom bûn û heya Meclîsa Şengalê ya Xweseriya Demokratîk meşiyan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Êlihê Feleknas Uca, şandeyên Xirîstiyan, Asûr û Keldanê yên ji bo îlan kirina Meclîsa Giştî ya Şengalê hatine herêmê, beşdarî bîranên bûn.