Dê komkujiya Şengalê neyê jibîrkirin
- 11:35 3 Tebax 2018
- Rojane
ŞENGAL - Heyeta ku ji Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk tê gihaştin Şengalê.
Heyeta ku ji Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk tê gihaştin Şengalê. Bi armanca bîranîna komkujiya şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an heyetên ku ji Başûr, Bakur û Rojava pêk tên xwe gihaştin Şengalê. Di nav heyetê de Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Dersim Dag, Îmam Taşçier hene.
Piştî ku heyet gihaşt Şengalê çû serdana malbatan û êşên malbatan parve kirin. Heyetê peyam da ku ew ê komkujiya Şengalê ji bîr nekin û ji bo fermanên wekî din dubare nebin ew ê her dem di nava têkoşînê de bin.