Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
- 11:26 3 Tebax 2018
- Rojane
AMED - Walîtiya Amedê li 9 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê “qedexeya derketina derve” îlan kir.
Walîtiya Amedê li 4 gund û 5 mezrayên girêdayî navçeyên Licê û Hênê yên Amedê “qedexeya derketina derve” îlan kir. Bi hinceta operasyona leşkerî qedexe duh êvarê piştî saet 23.55’an dest pê kir. Li gundê Derkam û Comelaş û mezrayê Dahlik, Alîkahya, Hacimusabey û Kultamiş yên Licê û li gundê Serdî û Tavil û mezraya Gurbalak ên navçeya Hênê dê heta fermana duyemîn qedexe dom bike.