Kongreya KPCD-Jin dest pê kir

  • 11:21 3 Tebax 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi jineolojiya azad û bedew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" KPCD-Jin  yekemîn kongreya xwe li Qamişloyê dest pê kir. 
 
Bi armanca nirxandina xebatên du salan û girtina pêşniyar û biryaran, her wiha ji bo pêşxistina xebata jinan di warê perwerde û fêrkirinê de û derbaskirina kêmasiyên berê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-Jin (KPCD-Jin) yekemîn kongreya  xwe li Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo yê girêdayî herêma Cizîrê dest pê kir. 300 delege û gelek sazî û dezgeyên jinan tevlî kongreyê bûn. 
 
Axaftina yekem ji aliyê Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civakî ya Bakurê Sûriyeye Nûjîn Ferhad hat kirin. 
 
Bernameya kongreyê wiha ye: 
 
Rapora du salan dê bê xwendin. Sînevizyona li ser rola jinê dê pê temaşekirin. Dê piştre rewşa perwerdeyê û asta komîteyê were nîqaşkirin.