‘Em destûrê nedin beratkirina gumanbarê îstîsmarê’
- 09:14 3 Tebax 2018
- Rojane
WAN - Kesê bi navê Tekîn Gulaçti ku du heb jê zarok îstismara zayendî li 3 xwişkan kir, derbarê wî de doz hatibû vekirin û doza wî dîsa hat taloqkirin. Aktîvîst Songul Ozunver wiha got: “Di serî parêzerên baro û yên dildar, saziyên jinan û hemû raya giştî, em bang li hemûyan dikin. Divê em destûrê nedin beratkirina gumanbarê îstîsmarê. Ez bang li hemû kesî dikim ku tevlî rûniştina di 19’ê Îlonê de ew ê bê dîtin bibin.
Li gundekî Payîzava ya Wanê di 15’ê Kanûna 2016’an de cerdevan Tekîn Gulaçti du jê astendar li hemberî sê xwişkan îstîsmara zayendî pêk anî û piştî bûyerê hat girtin. 5’emîn rûniştina doza Tekîn duh hat dîtin. Tekîn Gulaçti parastina berê kiribû înkar kir û got îstîsmar ji aliyê hinek kesên din ve hatiye kirin. Heyeta dadgehê ev îdia li ber çavan girt û ji bo lêkolînê doz taloqî 19’ê îlonê kir.
Aktîvîst Songul Ozunver ev du sal in li korîdorên edliyeyê rûniştinên dozên îstîsmarê bi malbatan re dişopîne û diyar kir ku derbarê vê dozê de êdî ne tehemula wê û ne jî ya malbatê maye û got divê cezayê herî giran bidin gumanbar.
‘Em bi hêrs in’
Songulê destnîşan kir ku ev du sale malbat û zarok di alî derûniyê de travmayek mezin dijîn û wiha pê de çû: “Ev îstîsmar tenê carekê nehatiye jiyîn. Di îfadeyên gumbanar de derdikeve holê ku gumanbar bi dehan carî çûye mala zarokan. Ji sê xwişkan a herî mezin 22 salî ye û dema em çûn serdana malbatê got Tekîn Gulaçti bi dehan carî ew îstîsmar kiriye. Ev bû 20 meh lê doz bi encam nebû. Rûniştina dawî duh bû. Bavê zarokan got ‘êdî bes e bila gumanbar cezayê giran bigire, ew nikarin wisa bijîn’. Em jî wekî malbatê gelek bi hêrs in.”
Malbat neçar ma koç bike
Songulê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Malbatê ji ber bûyerê ji gund koç kir. Malbat ketiye xaniyekî wêran. Ji zarokan du heb di bin parastina dewletê de ne. Ya herî mezin jî li rehabîlîtasyonê tê dermankirin. Di pêvajoya darizandinê de pereyê malbatê tunebû ji parêzerên dildar re vekaletnameyê derbixe.”
‘Bertekên rayagiştî girîng in’
Songulê her wiha daxuyakirin ku di serî de hinek saziyên jinan û rayagiştî malbat tenê hiştiye û got: “Me di dozên din de dît ku zextên rayagiştî pir girîng in. Lê ji ber xwedî li dozê derneketin niha tu encam nayê girtin. Her wiha dikare di rûniştinên pêş de ji bo gumanbar biryara beratê jî bigirin.”
‘Em malbatê tenê nehêlin’
Songulê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû parêzerên baro û dildar, saziyên jinan û rayagiştî kir û diyar kir ku bila bi tu awayî destûrê nedin beratkirina gumanbar û banga tevlîbûna rûniştina di 19’ê îlonê de ew ê pêk were kir.