'Bi sîrgûnan dixwazin zarokên me bidin jibîrkirin'

  • 09:05 3 Tebax 2018
  • Rojane
WAN - Li Girtîgehên Tirkiyeyê êrîş, zext û binpêkirina mafê mirovan her roj zêde dibe. Ji hevdîtinan heya ku çûyina girtîgehan malbat bi îşkenceyeke mezin re rû bi rû dimînin. Dayika Meryem a ku 3 girtiyê wê hene ji ber ku derfetên wê tune ne ji salê carekê diçe hevdîtina kur û nevîyên xwe. Meryemê diyar kir ku hikûmet bi van pêkûtiyan dixwaze zarokan bidin jibîrkirin.
 
Li Girtîgehên Tirkiyeyê  zext, êrîş,  polîtikayên sirgûnkirinê û binpêkirina mafên mirovan berdewam dikin. Li hemberî hemû astengiyên rêveberiyên girtîgehan malbat bi derfetên herî kêm diçin hevdîtinên zarokên xwe. Dayika Meryem Demîragac(80) jî yek ji van malbata ye. Li gel kurê dayika wê  2 nevîyên wê jî li bajarên cuda û welatên cuda di girtîgehê de tên girtin. Meryemê bi lêv kir ku ew salê carekê diçe hevdîtinên kur û nevîyên xwe û got ku malbatan bi van pêkûtiyan nêçar dihêlin. 
 
'Ez ji emrê xwedayê xwe razî me, lê ez ji hikmê dozger û dadgeran ne razî me'
 
Meryemê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi salane zilma dewletê bi dawî nebûye û got ji ber ku her girtiyekî wê li cihekî ye ew di çûyina hevdîtinan de zehmetiyê dikşîne û wiha pê de çû:"Li gel kurê min 2 nevîyên min jî di girtîgehê de ne. Tu sucê wan tune ye. Ji kurê min re mûebbet birîn. Ji ber ku ez hem nexweş im, hem jî derfetên min tune ne ez salê carekê diçim hevdîtinan. Ev salek ser re derbas bû, hîna ez neçûme hevdîtina kurê xwe. Hikûmet bi sirgûninan dixwaze ku zarokên me bidin jibîrkirin.  Ev zilm bi zanebûn li ser malbatan tê kirin. Jixwe bi zaneyî girtiyan sirgunî cihên ji malbatê dûr dikin. Malbatan bi vî awayî ji hevdû vediqetînin. Ger ku derfetên min hebûna, ez ê mehê carekê biçiyam serdana zarok û nevîyên xwe. Ez ji emrê xwedayê xwe razî me, lê ez ji hikmê dozger û dadgeran ne razî me. Pêvajoya neyînî herî zêde li ser girtiyan bandor dike. Di bin şerd û mercên herî mezin jiyan dikin. 36 sal ceza dan kurê min û ev 21 yek sal e di girtîgehê de ye. Ez bi hesreta kur û nevîyên xwe dijîm."
 
'Mirovahiyê di nav çar dîwaran de difetisînin'
 
Meryemê bi lêv kir ku ew dixwaze ku êdî çareseriyek bê dîtin û got  wê tu car hêviya xwe ya li hemberî aşitiyê wenda nekiriye û wiha domand:"Neviyek min li Rojhilat di girtîgehê de ye. Jixwe zilma rejîmê li ber çavan e. Em ne dikarin nameya jê re bişînîn, ne  bi telefonê pê re biaxivin, ne jî em dikarin biçin hevdîtinan. Jixwe hişmendiya Tirkiye û Îranê heman tişt e. Ger ku parastina aşitiyê sûc be, ez ê tu car dev ji daxwaziya aşitiyê bernedim. Li Tirkiyeyê siyaset sûc e. Li tu deverên cîhanê mînaka vê nehatiye dîtin. Niha girtîgehên Tirkiyeyê bi girtiyên siyasî tije bûne û her roj agahiya girtîgehên ku dê nû bên avakirin didin. Mirovahiyê di nav çar dîwaran de difetisînin. Her mafê wan tê binpêkirin. Ji rojname xwendin û heya ku xwarina wan her tiştekî re sînor danîne. Ez hatime vî emrê xwe heyanî niha, min hêvî û baweriya xwe ya li hemberî aşitiyê wenda nekiriye û ez ê tu car jî wenda nekim."