Xwaringeha Avesta û çêja destên jinê

  • 09:03 3 Tebax 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan-Gulan Amara
 
QAMIŞLO - Li Xwaringeha Avestayê ya ku ji aliyê Komisyona Jinê ya Şaredariya Qamişloyê hatiye avakirin, jin bi dilekî germ bi çêja destên xwe xwaringehê bi rê ve dibin. Jinên ku li xwaringehê dixebitin dibêjin:"Bi reng û hêza jinê aboriya civakê geştir dibe."
 
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan di gelek qadan de xwe bi rêxistin kirin û dixebitin. Li Xwaringeha Avestayê ya li Taxa Xerbiyê ya Qamişloyê ku ji aliyê Komisyona Jinê ya Şaredariya Qamişloyê hatiye avakirin jî jin bi kedek giranbiha dixebitin û aboriya xwe geş dikin. Jinên ku li xwaringehê dixebitin anîn ziman ku Şoreşa Rojava hêz dane wan û ew kêfxweş in ku li ser piyên xwe disekinin. 
 
Xebatkara Xwaringeha Avestayê Sena Hesen a 32 salî diyar kir ku di serdema Rejîma BAAS'ê nikaribûn bixebitiyan keda wan bêqîmet dihat dîtin û got:"Ez gelek kêfxweş im ku dixebitim. Piştî Şoreşa Rojava me îsbat kir ku jin jî dikarin di her karî de bixebitin û xwe bi rêxistin bikin. Niha zihniyeta dagirker û yekperest a rejîma BAAS'ê bi hêza jinê hat şikandin."
 
'Bi reng û hêza jinê aboriya civakê geştir dibe'
 
Senayê destnîşan kir ku bi saya keda berxwedêran û hêza jinê ew niha bi hêsanî dixebitin, xwe bi rêxistin dikin û wiha domand:"Şehîd Avesta bi lehengiya xwe bû sembola azadiyê û têkoşînê. Em jî niha di bin siya têkoşîna wê de dixebitin û li ser piyên xwe disekinin. Jinên ku li vir dixebitin hemû ji halê xwe kêfxweş in û di wê fikrê de ne ku bi reng û hêza jinê aboriya civakê geştir dibe."
 
'Projeyên pêşketina jinê û civakê didomin'
 
Senayê da zanîn ku projeyên pêşketina jinê û civakê didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku dema jin çalak be civak bêtir pêş dikeve em ê projeyên xwe yên ji bo pêşketinê bidomînin. Em bang dikin ku hemû jin piştgiriyê bidin projeyên me û beşdarî nava xebatê bibin."