Li Reqayê Buroya Jinan hat vekirin
- 15:49 2 Tebax 2018
- Rojane
REQA - Meclisa Sivîl a Reqayê li taxa Rimêla ya bajarê Reqayê Buroya Jinan bi merasîmekê vekir.
Endamên Buroya Jinan a Reqayê, endamên Meclisa Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, şervanên QSD`ê, hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê beşdarî merasîma vekirina buroya jinan bûn.
Cihê merasîmê bi ala Meclisa Jinên Sûriyeyê, QSD, wêneyên şehîdên Reqayê hate xemilandin.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji aliyê endama Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Zehra El-Mustefa, endama Meclisa Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Wela El-Nacî, yek ji rêveberên Mala Jinan a taxa Rimêla Zelîxa Ebdî ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de vekirina buroyê li hemû jinan hate pîrozkirin.
Her wiha hate destnîşankirin ku vekirina buroyê dê bandorê li rêxistin û rola jinan di hemû aliyên jiyanê de bike û bi taybet jinên ereb ên ku rewşa wan û hemû mafên wan hatine paşguhkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku vekirina buroyê pêngaveke ber bi xurtkirin, zanebûn û tevlêbûna jinan di hemû aliyan de ye.
Di berdewma axaftinan de hate gotin ku dê Buroya Alîkariya Jinan projeyan ji bo pêşxistina jinan pêk bîne.
Her wiha hate diyarkirin ku bajarê Reqayê bi xwîna şehîdên ku efsaneyên dîrokî li hemberî zilma çeteyên DAIŞ`ê meşandin, hate rizgarkirin û hate gotin ku Meclisa Jinan a taxa Rimêla dê ji bo çareserkirina hemû dozên jinan bixebite.
Paşê deriyê buroyê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ve hate vekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema bajarê Reqayê û gundewarên wê di 20`ê Cotmeha 2017`an de ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin ve Meclisa Jinan a Reqayê dest bi birêxstinkirina jinan kir. Komînên taybet bi jinan ava kiri, her wiha akademiyên ji bo pêşxistina jinan hatin vekirin.