Parêzerên Abdullah Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin

  • 13:45 2 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 777’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muharrem Şahîn bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 777’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 776 car bi hincetên “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keçtî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awart” tên astengkirin.