Bertekên derbarê mayindekirina OHAL'ê didomin

  • 10:57 2 Tebax 2018
  • Rojane
DÊRSİM - Rêvebira Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê Meral Ûç derbarê mayindekirina OHAL'ê de got:"Ev biryara guhertina zagonê ne li gor hiqûq, edalet û mafên mirovan e."
 
Zagona ku di derbarê biryarnameyên di hukmê kanûnê de guhertin hat kirin ji aliyê Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan hat erêkirin û piştre di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi vê zagona ku wekî mayindekirina OHAL'ê tê pênasekirin rayeyên berfireh dide waliyan. 
 
Li gor pêkanîna zagona ku wekî mayindekirina OHAL'ê tê pênasekirin dê civînên ku piştî saet 00.00'an de li cihên girtî tê kirin dê ji waliyan bê pirsîn. Bi guhertina zagonê dê pêşniyazeya derbarê wezîran de ji holê rabe û dê lêpirsîn ancax bi destûra serokkomar li wezîran û alîkarê serokomar bê vekirin. Bi vê guhertina zagonê dema binçavkirinê jî ji 24 saetan derxistin 48 saetan. 
 
Rêvebira Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Dêrsimê Meral Ûç derbarê guhertina zagonê de anî ziman ku bi vê guhertinê pergala 'yekperestiyê' derdikeve holê. 
 
'OHAL hat mayindekirin'
 
Meral anî ziman ku gotina dewletê ya 'me OHAL rakir' ne ji dil e û got:"Bi salan e ku li Tirkiyeyê OHAL hebû lê bi vê zagonê OHAL êdî mayindetir bû."
 
'Ev ne biryarek li gor jiyanek aram e'
 
Meralê diyar kir ku bi vê biryarê êdî OHAL bû wekî parçeyek ji jiyana mirovan û wiha domand:"Dê walî derbarê bajêr de her biryarê bikaribe bide û dema ku bixwaze dikare li gor kêfa xwe hemû tiştî bike. Ev biryarek ne li gor jiyanek aram e, ne li gor edalet û mafê mirovan e."
 
'Dê bandora xwe li ser herî aliyê welat bike'
 
Meralê anî ziman ku bi mayindekirina OHAL'ê dê binpêkirina mafan zêde bibe û got:"Ev rewş dê tenê bandorê li me neke, dê bandorê li her aliyê welat bike."
 
'Divê demildest dev ji vê biryarê berdin'
 
Meral anî ziman ku bi guhertina zagonan Tirkiye derbasî pêvajoyek gelek girîng bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wekî rêxistinên civakî yên sîvîl derbarê vê yekê de dibêjin ku  dê gelek pirsgirêken cidî û binpêkirina mafan bên jiyîn. Li vî welatî zarokên biçûk di nava deryayan de jiyana xwe ji dest didin, girtiyên nexweş di zindanan de jiyana xwe ji dest didin. Tevî van pirsgirêkên mezin vê biryara hukumetê ne tiştekî rast e. Loma em wekî aktivistên mafên mirovan dibêjin ku divê demildest dev ji vê biryarê berdin."