Bi pêşengtiya jinê parka 'Star' hat vekirin
- 10:28 2 Tebax 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê parka "Star" vekirin.
Rêxistina Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ya katona Qamişloyê, parka "Star" bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de bi dehan jin amade bûn.
Park ji aliyê dayika berxwedêr Semok Tirbespiyê û Gîlan Herdem, Zeyneb Mûrad ve hat vekirin.
Dayîka herdu berxwedêran got: "Em dibînin, hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê, Kurd, Ereb û Suryan gavên mezin ber bi avakirina civakeke demokratîk ve diavêjin."
Rêvebera Kongreya Star Welîda Bûtî jî axivî û destnîşan kir ku jinên Rojava serkeftinên mezin bi destxistine û hemû jinên cîhanê re bûne mînak.
Piştî axaftinan, Koman Şehîd Xebat a girêdayî navenda Çand û Hunera Tirbespiyê stran û dîlan pêşkêş kirin.