'Em ê rê nedin fermanên din'
- 09:44 2 Tebax 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Derbarê fermana 73'an a li ser Êzidiyan jinên Êzidî yên Kampa Newrozê gotin:"Bi saya berxwedana me û şervanên me em ê tu carî nehêlin ku fermanên din çê bibin."
Fermana 3'ê Tebaxa 2014 ya ku li ser Şengalê li ser ezîdiyan pêk hat derbasî sala xwe ya 5' mîn dibe. Di vê fermanê de bi hezaran ezîdî li ser destên çeteyên DAÎŞ'ê rastî komkujiyan û qetilkirinê hatin. Gelekê jin û zarok hatin revandin û firotin. Ev êrîş gelek aliyên xwe jî hebûn; îxaneta QDP ji bo êzîdiyan re û kişandina wan ji Şengalê û hevkariya wan bi çeteyan re hişt ku ezîdî rastî qirkirinê werin.
DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir û bi hezaran Êzidî qetil kirin. Bi hezaran jin hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Gelek zarok li ser Çiyayê Şengalê ji tî û birçîna mirin. Jinên Êzidî yên Kampa Newrozê ya Dêrika Herêma Cizîrê derbarê mijarê de anîn ziman ku ew rê nadin fermanên din û gotin:"Em berxwe didin em ê berxwe bidin."
Jina bi navê Neham Elyas got:"Dema ku navê Şengalê tê gotin êşên me tê bîra me. Em ê tu carî êşa xwe û xayintiya ku li me hat kirin ji bîr nekin. Em serî natewînin. Em berxwe didin em ê berxwe bidin. Em ê her rûmeta xwe li dijî dagirkeran biparêzin."
'Dê berxwedana me bidome'
Jina bi navê Kinê Xelîl jî wiha got:"Di fermana Şengalê de gelek jin hatin revandin, kuştin, îşkencekirin û firotin. Em ê tu carî vê yekê ji bîr nekin û ji bo fermanên nû dubare nebin em ê berxwe bidin. Di şexsê jinên Êzidî de xwestin ku rûmeta hemû jinên cîhanê bişkînin. Em ê planên qirêj ên dagirkeran vala derxînin. Dê berxwedana me bidome."