Pereyê alavên xaniyê wê yê hat hilweşandin nehat dayîn
- 09:02 2 Tebax 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Nebîha Akay a ji bo zirara alavên xaniyê xwe yê di qedexeya derketina derve ya Hezexê de hat hilweşandin tezmîn bike serî li Ofîsa Îrtîbata TOKÎ da got: “Ji min re gotin ‘dosya te li dozgeriyê heye. Heta emniyet destûrê nede em nikarin pereyê alavan bide’.”
Di ser qedexeyên derketina derve ya li Şirnex, Sîlopî, Hezex û Cizîrê de 3 sal derbas bû. Di wê pêvajoyê de bi dehezaran xanî hatin hilweşandin û bi dehan tax hatin serobinokirin. Li şûna xaniyên hatin hilweşandin jî ji aliyê TOKÎ’yê ve avahî hatin çêkirin.
Li Hezexê Nebîha Akay a 60 salî ku di qedexeyê de xaniyê wê hat hilweşandin, ji bo pereyê alavên di xaniyê xwe de bigire doz vekir lê ev sê sal e nikare bigire.
Li cihê xaniyê min avahî hat çêkirin
Nebîhayê bi lêv kir ku li Taxên Yenîmahale û Turgut Ozal li şûna xaniyên hatin hilweşandin avahî hatine çêkirin û got hîna ji bo avahiyan îmze neavêtine û got tevî di destê wan de tapuyên wan hene, biryar erê nekirine jî li şûna xaniyê wan ê 3 kat avahî çê kirine.
Koçberiya ji 1993’an heta niha berdewam dike
Nebîhayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em di 1993’an de ji gundê me hatin derxistin. Em hatin gundekî xeta sînor bi cih bûn. Em 6 salan li wir man piştre hatin Hezexê. Xaniyê ku me bi keda salan çê kir hilweşandin. Di qedexeyê de xaniyê min ê 3 qat hilweşandin. Di hundir de tiştek nehiştin.
Mehek û nîvê di girtîgehê de ma
Nebîhayê destnîşan kir ku piştî qedexeyê bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatiye girtin û mehek û nîvê di girtîgehê de maye û got: “Ez jinek 60 salî me. Ez piştî qedexeyê ketim girtîgehê. Gelo dewlet çima ji jinek 60 salî ditirse. Ji bo ez zirara alavên xwe bigirim min serî li Ofîsa Îrtîbata TOKÎ da. Lê gotin ‘dosya we li emniyetê ye. Heta ew destûrê nedin em pere nadin.’ Piştî qedexeyê 3 sal derbas bû. Her kesî beramberê xaniyê xwe girt. Lê min tu tiştek negirtiye. Ez heta dozgeriya Şirnexê jî çûm lê heman bersiv dan min. Lê em ê xaniyên xwe jî û taxa xwe jî bigirin.”