ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 2 Tebax 2018
- Rojev
*Nebîha Akay a ji bo zirara alavên xaniyê xwe yê di qedexeya derketina derve ya Hezexê de hat hilweşandin tezmîn bike serî li Ofîsa Îrtîbata TOKÎ da got: “Ji min re gotin ‘dosya te li dozgeriyê heye. Heta emniyet destûrê nede em nikarin pereyê alavan bide’.” DÎMEN HEYE
*S.T ya bi salan ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hat, got: “Divê çareya tu jinê li dijî şîdetê ne întîxar be. Berxwedan çareseriya herî mezin e. Yan jî jinek rastî heman tiştî bê divê hûn ligel wê cih bigirin.”
* Jinên li perava Akyaka di standên vekirine de hilberînên destan difroşin ji ber zema ji standan re hatine kirin û krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Bajarokê bi xweşikahiya xwe ya xwezayê balê dikşîne, bi mirovan re jî tirsa betonê diafirîne. DÎMEN HEYE
*Ziyareta Dayika Fatma ya li ser riya Geliyê Munzurê ye û ji sembolên girîng a çanda Elewîtiyê ye, her sal ji aliyê hezaran kesî û bi taybet jî ji aliyê jinan ve tê ziyaretkirin. DÎMEN HEYE
*Zarokên ku li Efrînê bi rûyê şer ê bi xof rû bi rû man hîn ew travmaya ji bîr nekirine û dibêjin:"Em tu carî efû nakin." DÎMEN HEYE
*Jinên ciwan ên ji Kantona Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de gotin: "Em weke ciwanên jin ên Kurd rê nadin dagirkeriya dewleta tirk. Ji bo vê yekê jî em soza bilindkirina têkoşînê didin."DÎMEN HEYE
*Derbarê fermana 73'an a li ser Êzidiyan jinên Êzidî yên Kampa Newrozê gotin:"Bi saya berxwedana me û şervanên me em ê tu carî nehêlin ku fermanên din çê bibin."DÎMEN HEYE