'Bila zimanê Çiyayê Şengalê heba û êşa ku hat jiyîn rave bikira'

  • 14:13 1 Tebax 2018
  • Rojane
Şehriban Aslan
 
AMED - Parlamentera Êzidî ya HDP'ê Feleknas Ûca tiştên ku 4 sal berê li Şengalê hat jiyîn rave kir û got:"Xwezî zimanê Çiyayê Şengalê heba û rave bikira ku jinên Êzidî ji bo radestî çeteyên DAÎŞ'ê nebin çawa bi destên hevdu girtine û xwe ji Çiyayê Şengalê avêtine xwarê."
 
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn. Lê Êzidiyan dîsa jî dev ji axa xwe bernedan. Di 3'ê Tebaxê de Êzidî bi fermana 73'an rû bi rû hatin hiştin. Êzidiyan bi rojan di rêya Çiyayê Şengalê de bi lingên xwe yên pêxwas meşiyan û gihaştin Çiyayê Şengalê. Bi sedan kes ji birçîbûna ji tîna jiyana xwe ji dest dan. Piştî hemû zehmetiyan axa Êzidiyan ji aliyê HPG, YJA Star û YBŞ'ê hat rizgarkirin. Piştî wê Êzidî vegeriyan ser axa xwe. Piştre bi pêşengtiya jinê meclîs hatin avakirin. Di 4'emîn salvegera komkujiya Şengalê de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî û got:"Êzidiyan serê xwe di vê rêyê de dan lê serî netewandin." 
 
Îşkence, koçberî, komkujî...
 
Feleknasê anî ziman ku ev roja ji bo Êzidiyan rojeke reş e û got:"Di 3'ê Tebaxê de Êzidî li pêş çavên hemû cîhanê ji komkujiyekê derbas bûn. Piştre ji 450 hezar kesî zêdetir ji Şengalê koç kirin. 150 hezar kesî xwe avêtin Çiyayê Şengalê û li wir tî û birçî man. 7 hezar kes ji aliyê DAÎŞ'ê ve dîl hatin girtin. Niha 3 hezar kes hîn di destên DAÎŞ'ê de ne. Li pêş çavên zarok û jinan serê Êzidiyan jê kirin. Gelek jin û mêr kuştin. Niha jî hîn gelek jinên Êzidî li bazaran tên firotin. "  
 
Felekê anî ziman ku ev komkujî li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat û got hîn birînê Şengalê nehatiye girtin. 
 
'Polîtîkayên pişaftinê pêk tînin'
 
Feleknasê anî ziman ku piştî ku Êzidî vegeriyan ser axa xwe meclîsa xwe ava kirin, partiyên xwe ava kirin û jinên 70 salî çek girtin û got:"Jinên Şengalê yên ku çek girtin destên xwe di heman demê de hemû jinên cîhanê parastin. Gelek Êzidî hîn wekî penaber li welatên din dijîn. Polîtîkayên pişaftinê li ser wan pêk tên."
 
'Hûn ji Êzidiyan çi dixwazin?'
 
Felekê da zanîn ku dewlet destûrê nadin ku ew biçin kampa AFAD'ê û rewşa Êzidiyên li wir hîn bibin û got:"Li kampa AFAD'ê marketa BÎM'ê hatiye vekirin û zarokan ji çanda wan dûr dixin. Herkes ji aliyakî êrîşî Êzidiyan dikin. Hûn ji Êzidiyan çi dixwazin?"
 
'Navê wê Heyat bû û 17 salî bû'
 
Felekê anî ziman ku di serdema êrîşên DAÎŞ'ê de ew bi zarokek ku navê we Heyat bû û 17 salî bû axiviye û wiha domand:"Birayê Heyatê ji xwest ku ez bi Heyatê re biaxivim û wê îkna bikim ji bo ku xwe întixar neke. Ez 10 dk bi wê re axivîm lê qeneh nebû. Heyatê got heta ku ez têkevim destên DAÎŞ'ê ez ê xwe bikujim. Di jiyana min de tiştên ku herî zêde zor yek jê ew bû ku min Heyatê qenek nekir."
 
'Ger zimanê Çiyayê Şengalê hebûya'
 
Feleknasê got ku xwezî zimanê Çiyayê Şengalê heba û rave bikira ku jinên Êzidî ji bo radestî çeteyên DAÎŞ'ê nebin çawa bi destên hevdu girtine û xwe ji Çiyayê Şengalê avêtine xwarê.
 
'Me Şengal ji bîr nekir me êşa Kurdan ji bîr nekir'
 
Feleknasê da zanîn ku wan Şengal ji bîr nekirine û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê em êşa Şengalê û gelê Kurd ji bîr nekin. Ger em ji bîr bikin em ê dîroka xwe ji bîr bikin. Ez bang dikim ku hemû kes beşdarî çalakiya 3'ê Tebaxê bibe."