Ji ber îstismara zayendî du kes hatin girtin

  • 11:47 1 Tebax 2018
  • Rojane
BURDUR / OSMANIYE - Li Burdurê mêrê bi navê Osman K. dema ku dikira zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû bihişta ji aliyê welatiyên derdorê hat girtin û hat binçavkirin. Li Osmaniyeyê jî mêrê bi navê Hanifi U. ji ber sûcê îstismara zayendî ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 
 
Do li Kuçeya Konakê ya Burdurê Osman K. dikira zarokek bi îstismara zayendî rû bi rû bihişta. Welatiyen derdorê Osman K. girtin. Osmanê ku ji aliyê polîsan ve hat xelaskirin ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Burdurê.  
 
Hat hînbûn ku berê jî sabikaya Osman K. ya ji ber tacîza zayendî heye. Osman K. piştî tedawiyê birin Muduriyeta Emniyetê ya Burdurê. 
 
Osmaniye
 
Li Navçeya Kadirliya Osmaniyeyê Hanifi U. zarokek li rê girt û bi zorê îstimara zayendî lê kir. Weletiyên li kuçeyê dengê zarok bihîstin û ketin malê û Hanifi U. ji cihê bûyerê reviya. Hanifê ji aliyê welatiyên kuçeyê ve hat girtin û hat binçavkirin. 
 
Hanifi U. piştre ji aliyê dadgehê ve hat girtin.