'Nasnameya Kongreya Star misogeriya dîroka jinê ye'

  • 09:55 1 Tebax 2018
  • Rojane
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Ednama Rêxistina Kongreya Star Sena Xelîl derbarê lidarxistina 1'emîn Konferansa Kongreya Star a Qamişloyê da zanîn ku ew ê ji bo siberojek aram û azad xebatên xwe bidomînin û got:"Ev konferans dê bibe sedema pêşketina civakê."
 
Ednama Rêxistina Kongreya Star Sena Xelîl derbarê lidarxistina 1'emîn Konferansa Kongreya Star a Qamişloyê bi lêv kir ku jin ji dîrokê heta niha di warê rêxistinbûyinê de xwedî rolek girîng e û got:"Ev konferans ji bo rêxistinbûyina jinê gelek girîng bû. Kongreya Star dê ji bo pêşketin û zanîna dîroka jinê her dem di nav tevgerê de be. Nasnameya Kongreya Star misogeriya dîroka jinê ye."
 
Sena Xelîl derbarê xebatên Kongreya Starê de da zanîn ku ew tu carî dev ji xizmeta ji bo jinê û civakê bernadin û got:"Di destpêkê de me meclîsên bajarokan û navçeyên Herêma Cizîrê ava kir. Li bajarokan 7 komîteyên amadekar hatin çêkirin û li navçeyan  jî 15 komîte hatin amadekirin. Wekî Kongreya Star me kar û xebatên xwe bi bajarok û navçeyan da naskirin, da ku li gorî şîrovekirina me kar û xebatan bidin meşandin. Di vê çarçoveyê de hem xebat hat kirin hem jinan xwe bi rêxistin kirin." 
 
'Jin dê di her qadê de xwe pêş bixin'
 
Senayê da zanîn ku dê bi xebatên Kongeraya Starê jinê di her qadê de xwe pêş bixin û ev yekê dê bandorek erênî li ser civakê jî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo siberojê di konferansê de biryarên girîng hatin dayin. Em ê di çarçoveya van biryarên girîng de xebatê xwe bidomînin. Ji bo jiyanek azad û bi rêxistinkirî em ê her di nava hewldanê de bin. Ji ber ku nasnameya Kongreya Star misogeriya dîroka jinê ye."