Konferansa Kongreya Star a li Qamişloyê bi dawî bû

  • 09:45 1 Tebax 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - 1'emîn Konferansa Kongreya Star bi girtina biryaran û hilbijartina endamên koordinasyonê bi dawî bû.  
 
1'emîn Konferansa Kongreya Star a bi dirûşma "Em ê bi rihê berxwedana serdemê şoreşa jinê civakî bikin"  li Qamişloyê pêk hat bi dawî bû. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêk hat. Di konferansê de plansaziya 2 salan hat amadekirin û biryar hatin girtin. 
 
Konferans bi axaftin û nirxandinan rojekê dewam kir. Endamên Koordinasyona Kongreya Star a Qamişloyê hat hilbijartin. Ranya Remo, Zubeyda Elî, Rîhan Temo, Welîda Îbrahîm, Sena Xelîl, Şirîn Xelîl ji bo Koordînasyona Komîteya Rêvebirinê hatin hilbijartin. Eyhan Murad, Mîdiya Mihmûd, Necah El-Qeso, Şaha Xelo û Munewer Xalih jî ji bo Rêveberiya Koordinasyonê hatin hilbijartin. 
 
Piştî hilbijartinê axaftina herî dawî Rêvebira Kongreya Star Henîfa Mihemed kir. Hanîfa ji bo beşdarvanan spasiyên xwe pêşkeş kir û anî ziman ku ji bo rêxistinkirina jinê konferans girîng bû. 
 
Bi dirûşmeyan konferans bi dawî bû.