ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2018'AN
- 09:00 1 Tebax 2018
- Rojev
*Li ser axa Rojhilata Navîn Êzidî xwedî kevneşopiyek bi rûmet û dîrokek girîng e. Di heman demê de bi gelek fermanan jî rû bi rû mane. Desthilatdaran bi hemû rengî êrîşî wan kiriye. Lê li dijî van êrîşan dîsa jî wan heta niha çand, huner û nasnameya xwe parastin.
*Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Soad Hiso salvegera 4'emîn a Komkujiya Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku fermana 74'an a ku li ser serê Êzidiyan pêk hat ji êrîşên li ser Êzidiyên li Efrînê ne cuda ye û got ku ew ê li dijî fermanan tu carî serî netewînin û berxwe bidin. DÎMEN HEYE
*Seroka Projeya HAD'ê parêzer Hulya Yalçin diyar kir ku şîdeta ku li jinê tê kirin li zarok û ajalan jî tê kirin û wiha got: “Hinek partiyên siyasî pêşnûmepirsan dide meclîsê. Di van pêşnûmeya qanûnan de 'têkiliya zayendî' tê gotin. Lê têkiliyek zayendî ya bi sewal û zarokan re tune ye. Li vir tecawiz heye, şîdet heye êrîşa zayendî heye.”DÎMEN HEYE
*Emîne Şenyaşar a li Pirsûsê di encama êrîşa parêzvanên parlamenterên AKP’ê û xizmên wî de hevjîn û du kurê xwe winda kir, kurekî wê jî bi birîndarî hat girtin, her ku bûyerê vedibêje rondikên wê diguherin lorînan. Emîneyê wiha dibêje: “ Dewletê ew parastin. Hîna jî diparêze. Min nîvê malbata xwe kir bin axê. Bila gel me tenê nehêlin. Bila xwedî li me derkevin.”DÎMEN HEYE
*Endama SES’ê Eylem Kaya diyar kir ku daxwazên kedkarên bi salan berxwe didin di Qanûna Tûrik a ji meclîsê derbas bûye de cih nagire û bi lêv kir ku pirsgirêkên di qada tenduristiyê de tê jiyîn û şîdeta li kedkar tê kirin ji pergala nayê sererastkirin pêk tê.DÎMEN HEYE
*Li Nisêbînê bi hinceta ‘xebatên binesaziyê’ çal hatine vedan. Çalên hatine vedan tevî bertekên gel nayên girtin.DÎMEN HEYE
*Ji Serokatiya Dîwana KCD’ê Mekiye Guzel bal kişand ser şewatên daristanan ên ji ber operasyonên leşkerî li Kurdistanê pêk tê û wiha got: “Dixwazin bi van polîtîkayan Tirkiyeyê biguherin qada ji agir. Ger helwest neyê nîşandan wê ev agir hemû Tirkiyeyê dorpêç bike.”DÎMEN HEYE
*Li Tirkiyeyê aloziya aborî zêde dibe û dolar bilind dibe. Ji bo çareserkirina krîza aborî bi tu awayî gavê girîng nayên avêtin. Jinên bazirgan anîn ziman ku ji bo çareserkirina alozîya aborî hêvî û baweriya wan nema ye. DÎMEN HEYE
*Koma Helbestê ya Amedê ku ji du hefteyan carekê kom dibin û şevbihêrkên helbestan li dar dixin vê hefteyê şevbihêrka xwe ya helbestê li gundê Xirbezilê yê Çinarê li dar xist. Mêvanê vê hefteyê yê Koma Helbestê ya Amedê helbestkar Roza Metîna bû. Roza anî ziman ku ji ber ew li gund di nav xwezayê û bi germahiya gel re şevek hunerî parve dike gelek bextewar e û got:"Xizmeta ji bo zimanê dayikê û hunerê bingeha parastin a nasnameya civakî ava dike. Divê em ji bo nasnameya xwe her di nav têkoşînê de bin."
*Ednama Rêxistina Kongreya Star Sena Xelîl derbarê lidarxistina 1'emîn Konferansa Kongreya Star a Qamişloyê da zanîn ku ew ê ji bo siberojek aram û azad xebatên xwe bidomînin û got:"Ev konferans dê bibe sedema pêşketina civakê." DÎMEN HEYE