Meclisa Jinan: Êrîşên Siwêdayê berdewamiya komkujiya Şengalê ne

  • 17:14 31 Tîrmeh 2018
  • Rojane
TEBQA - Meclisa Jinên Tebqayê êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarê Siwêdayê şermezar kirin û tekez kir ku ev komkujî berdewama komkujiya Şengalê ye ku dîsa çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbû.
 
Meclisa Jinên Tebqayê der barê jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê hatine revandin de daxuyaniyek da.
 
Endamên Meclisa Jinên Tebqayê li pêşiya navenda meclisê kom bûn û li wir der barê jinên ku li Siwêdayê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandin de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Jinê Selwa El-Xelef ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hete gotin ku beriya 4 salan di meha Tebaxê de çeteyan êrîşî herêma Şengalê kir, ji revandina jin û keçên êzidî têr nebûn. Ew di sûkan de firotinî herî dawî jî ew jin wek xudam di malên çeteyên DAIŞ`ê de hatin bikaranîn. Her wiha hate destnîşankirin ku 5 hezar ji şêniyên herêmê hatin kuştin û heta niha çarenûsa 3 hezaran jî ne diyar e.
 
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tişta ku li Siwêdayê qewimî, berdewama komkujiya Şengalê ye. Meclisa Jinên Tebqayê û gundewarên wê êrîşên terorî bi tundî şermezar kirin û hêviya şîfaya acil ji birîndaran re û sebir ji xwediyên kesên ku hatine revandin re xwest.
 
Tê zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê beriya çend rojan bi awayekî veşartî derbasî bajarê Siwêdayê bûn û li wê derê gelek teqîn pêk anîn û di encama wan teqînan de 250 kes hatin kuştin, her wiha gelek jin û zarok ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.