Piştî rakirina qanûnê Diyanet TV vedibe
- 13:22 31 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Weqfa Diyanetê ya girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê, piştî guhertina qanûna RTUK’ê bi navê “Diyanet Tv” televizyonke taybet ava kir.
Ji bilî qenale TRT Diyanetê ku niha weşana xwe didomîne bi navê “Diyanet Tv” televizyonke taybet hat avakirin. Televîzyona navborî piştî guhertina qanûna Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ku vekirina televîzyonan ji bo partiyên siyasî, sendîqa, şaredarî, komele, û weqfan qede dikir, ji aliyê Weqfa Diyanetê ya girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê ve hat avakirin. Xala ku qala guhertina wê tê kirin di tebaxa 2016’an de bi guhertineke qanûna tûrik re hatibû rakirin.