'OHAL’a daîmî’ fermî bû
- 13:14 31 Tîrmeh 2018
- Rojane
ENQERE - Qanûna piştî OHAL’ê hat sererastkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û fermî bû.
Qanûna piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat sererastkirin û weke “OHAL’a daîmî” tê binavkirin di Rojnameya Fermî de hat weşand û fermî bû. Di madeya destpêkê ya qanûnê de “Peywirên super” ji bo Waliyan hatin dayîn. Walî dê li gorî vê yekê, kesên biguman bibîne dikare heya 15 rojan destûr nede ku bikeve nava bajêr.
Bi guhertina li ser mafê civîn û xwepêşandanan, walî dê karibin bi awayekî keyfî mafê civîn û xwepêşandanan asteng bikin ku ev mafê destûrî ye.
Ji bo li cihên vekirî yên cemaweriyê bi şev û li cihên girtî jî piştî saet 00:00 kombûn çêbibe, divê destûr ji walîtiyan bê xwestin.
Bi guhertina destûra bingehîn re, pêşnûmeya pê baweriyê ya li ser wezîran dihat pêşkêşkirin tê rakirin.
Bi Rewşa Awarte ya nû re, lêpirsîna li wezîran û alîkarên serokkomar ancex bi destûra serokkomar karibe bibe.
Bi guhertinê re dema binçavkirinê ji 24 saetan derket 48 saetan.
Ger pêwîstiyê pê bibînin dikarin dema binçavkirinê ji 48 saetan derxînin 6 rojan û dema binçavkirin ji ber sûcên komî jî derxînin 12 rojan.
Piştî Rewşa Awarte ku nêzî 140 hezar kes ji karên cemawerî hatin derxistin, bi guhertina dawî re wê derxistina ji kar dewam bike.
Yên ku ji saziyê hîndekariya bilind hatin derxistin, wê nikaribin li karê xwe vegerin.