Amadekariyên Konferansa Kongreya Starê didome
- 10:32 31 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - 1'emîn Konferansa Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê li navenda Mihemede Şêxo ya girêdayî Taxa Xerbî dê dest bi konferansê bike.
1'emîn Konferansa Kongreya Star ya Kantona Qamişloyê dê bi dirûşma "bi rihê berxwedana Serdemê şoreşa jinê civakî dibe" li Navenda Mihemede Şêxo ya Girêdayî Taxa Xerbiyê, dest bi konferansê bike.
Di konferansê de bi giştî Rêveber û endamên Kongreya Star a Kantona Qamişloyê amade ne. Her wiha navenda Mihemede Şêxo bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz, Alên Kongreya Star hat xemilandin û pankarta "soza me em ê pergala îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hat aliqandin.
Konferans li gorî bernameya ku hatibû amadekirin wê dest pê bike û di destpêka Konferasê de bi deqeyekê rêzgirtin ew ê konferansê dest pê bike.