ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 31 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Li navçeya Qosera Mêrdînê Yildiz Şenses ya ku jina yekemin a karê firinê dike, anî ziman ku bi karê firinê bersiv daye hemû mêrên ku di firinan de dixebitin û dibêjin ku jin nikarin vî karî bikin. BI DÎMEN
*Endama Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê Cîhan Ebas diyar kir ku asta xwendina pirtukên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj bilind dibe û gel hewl dide ku felsefeya wî bêtir di pratîkê de bidin jiyandin. BI DÎMEN
*Bazirganan diyar kirin ku gel êdî nikarin tiştekî bigirin loma karê wan jî nabe û got: “Di bêrîka kesî de pere tune ye. Yê me jî di qasa me de pere tune ye. Muşterî êdî li şûna kirînê tenê dinêrin.” BI DÎMEN
*Parêzer Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku Tirkiye ya ku îmze avêtiye Peymana Stenbolê, pêk nayne û di 4 salan de tu pêşketin tune ye. Esînê bi lêv kir ku Tirkiye tenê li ser kaxizê peymanê pêk tîne. BI DÎMEN
*Gundiyên Başkoy û yên derdorê ku li dijî JES’ên Tîreyê derdikevin gotin: “Ev 6 sal e li pey me lîstikan dilîzin. Destûr girtine bi veşarî dixebitin. Em ê destûrê nedin texrîbkirina xwezayê.
BI DÎMEN
*Ji Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zorê Hatine Desteserkirin, parêzer Cemîle Turhalli ji bo çalakî û bernameyên di navbera 1-3’ê Tebaxê de wê pêk were bang kir û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku heta yek jinek dîlgirtî nemîne, bila têbikoşin.”
*Jinên her sal di Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de patîle çê dikin û difroşin, bi gotinên wekî ‘Yên ji mîhrîcanê ditirsin bila êdî dest ji vê zîhniyetê berdin. Mîhrîcana Dêrsîmê bi qedexeyan nikare bê astengkirin’ bertek nîşan dan. BI DÎMEN