Kongreya Star derbarê komkujiya Sweydayê daxuyanî da
- 12:37 30 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî welatiyên parêzgeha Siweydayê ya Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku ev êrîş berdewama êrîşên li dijî Şengalê, Kobanê û Efrînê ne.
Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Qamişloyê derbarê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî welatiyên parêzgeha Siweydayê ya Sûriyeyê daxuyaniyek da ku di encamê de bi sedan welatî jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan birîndar bûbûn.
Endamên Kongreya Starê, Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li pêşiya Navenda Kongreya Star a taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê kom bûn û der barê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî Siweydayê de daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Kongreya Star Medya Mehmûd ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:
"Ev êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên parêzgeha Siweyda û revandina jinan, kirinên dermirovahî ne ku di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Bajarê Siweyda ku piraniya niştecihên wê ji pêkhateya durzî ne, di salên aloziya Sûriyeyê de karibû aramiya xwe biparêze.
Ev êrîşên hovane ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyên herêmê pêk tînin, girêdayî zîhniyeta DAIŞ'ê û Erdogan in û bi hemû rêbazan hewl didin tevliheviyê di nava pêkhateyên herêmê de di bin navê ola îslamê de derxin. Tu girêdana van çeteyan bi ola îslamê re tune ye. Van komên tarî komkujî bi heman hovîtiyê li Şengal, Kobanê û Efrînê jî pêk anîn û niha jî li dijî pêkhateya durzî komkujiyan pêk tînin. Ev kirinên van çeteyan dermirovahî ne û li ser eniya dîroka mirovahiyê şermeke mezin e.
Em wek endamên Kongreya Star van êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku alîkariya xwe ji hêzên tarî werdigirin, bi tundî şermezar dikin. Li hemberî van hovîtiyan civaka navneteweyî hê jî bê deng e û tu carî qîrîna gelên herêmê ya ji bo aştî û aramiyê nabihîzin. Ev dewletên ku xwe wek mîsogerkar bi nav dikin û îdia dikin ku dê aloziya Sûriyeyê çareser bikin, hê jî li hemberî van kirinên hovane bê deng in.
Em bang li hemû rêxistinên mirovahî û xwedî wijdan dikin ku li hemberî van hêzên radîkal ên DAIŞ'ê xwedî helwest bin û rê li pêşiya alîkariya bi van çeteyan re bigirin.
Şehîd namirin... Bimire hêzên tarî.."