Çand û Exlaq bingeha civakbûyînê ye

  • 09:02 30 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR- Endama Komîsyona Çand û Exlaq a rojavayê Kurdistanê Sîmav Sofî çand û exlaq çi ye û di roja îro de çawa pêş dikeve, nirxand. Sîmavê diyar kir ku çand û exlaq bingeha civakbûyînê ye.
 
Her civakekê di cîhanê de xwedî çand û exlaq e, ji bo ku em  bêhtir bikaribin çand û exlaqê civakê nasbikin Endama Komîsyona Çand û Exlaq Sîmav Sofî  li ser çand,  exlaq û wîjdanê civakanê nirxandin kir.
 
'Çand nasnameya civabûyînê ye'
 
Sîmavê wateya çand û girîngiya wê çi ye wiha tîne ziman:"Çand wateya xwe ji çandiniyê girtiye, afirandin û pêşxistina yekem di civaka xwezayî de bi demê bûye çand û bingehê xwe ji wir digire. Çand ziman, cil û bergên gelerî, nasname û danûstendina bi mirovan re di nava xwe de digire.  Her netewek bi çanda xwe ya neteweyî tê naskirin. Civakeke bê çand nikare xwe bide îsbatkirin. Çand nasnameya civakê ye."
 
Divê çanda civakê ji kapîtalîzmê were parastin
 
Sîmavê girîngiya parastina çandê anî ziman û wiha pêde çû:"Her çiqas mirov çanda xwe zindî bike dê ewqasî jî ji kapîtalîzmê û sîstemên desthilatdar ku dixwazin nasnameya netewbûnê qir bikin, biparêze. Her dem hêzên desthilatdar êrîşî zihniyeta civakê dikin eger zihniyeta civakê hate guhertin dê bikaribin bi rengekî hêsan mejî û çanda civakê biguherînin."
 
'Gelê Kurd xwedî li çanda xwe derdikeve'
 
Sîmavê guhertin û veguhertina çandê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de wiha vegot:"Gelê Kurd gelekî ku ji dîrokê û heta niha  herî zêde rastî zordarî û qirkirinê hatiye ye.  Hêzên desthilatdar her dem xwestine nasnameya kurdayetiyê tune bikin û kurd bi zimanê biyanî di nava malbata xwe de biaxivin û bi darê zorê perwerdeya zimanê serdestên wan li ser wan ferz kirine. Lê piştî Şoreşa  Rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd êdî xwedî li nasname,çand û hebûna xwe derket û her di nava lêgerîna heqîqeta xwe de ye."
 
'Exlaq wîjdanê civakê ye'
 
Sîmavê di heman demê de exlaq û wateya wî jî anî ziman  û wiha pêl da axaftina xwe:"Di civaka xwezayî de, dema mirovan xwe ji lawir cûda kir, wê demê exlaq baş hate famkirin û pêş ket. Exlaq wîjdanê civakê ye. Exlaq şêwazê mirovan di civakê de dide diyarkirin e. "
 
'Çand û Exlaq wekî goşt û neyînokê ye'
 
Sîmavê exlaq di roja îro de wiha pênase kir:"Civakê di kesayeta jinê de exlaq girt dest, tiştê şaş her dem kirin para jinê û yê baş ayîdê zilam dîtin.  Jin  civakê LI ser pîvanên exlaqî perwerde dike. Çand û Exlaq wekî goşt û neyînokê ye Û ji hev nayê cûdakirin."
 
'Perwerde girîng e'
 
Sîmavê got ku divê hişmendiya her ferdekî di civakê de were perwerdekirin û wiha dawî li axafitna xwe anî:"Ji bo ku morov bikaribe exlaqê civakê nas bikin û bidin pênasekirin hewcehiya her ferdekî civakê bi perwerdê heye. Divê jin xwe perwerde bike da ku bikaribe xwe ji hişmendiya zilam rizgar bike."