ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 30 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Endama Komîsyona Çand û Exlaq a rojavayê Kurdistanê Sîmav Sofî çand û exlaq çi ye û di roja îro de çawa pêş dikeve, nirxand. Sîmavê diyar kir ku çand û exlaq bingeha civakbûyînê ye. BI DÎMEN
*Endamên Koma Dengê Jinên Azad ji qameraya me re axivîn û basa ku di qada çand û hûnerê de cihê jinê çi ye kirin. Endamên Koma Dengê Jinên Azad anîn ziman ku çand û hûner bi destê jinê hatiye avakirin û gotin ku ger çand û hûner tune be jin jî tune ne. BI DÎMEN
*Ji 15'ê sibata 1999'an heta roja îro Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan li Girava Îmralî tê ragirtin ev yek bi gelê kurde re fikaran dide avakirin.
*Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku wek Meclîsa Jinan a HDP’ê hem li Meclîsê û hem jî li kolanê wê bi têkoşîna şoreşger a jinan veguhestinê pêk bînin û xeta têkoşîna hevpar ava bikin. BI DÎMEN
*Seval Taşkin a ku bi mehan e bi kurê xwe yê ji sedî 80’ê astengdare re li rawestgehek nêzî otogarê dijî, yek ji jinên ku pergala serdest ya mêr mexdur kiriye ye. BI DÎMEN
*Li Omeryana ku her sal bi şewatên daristanan tê rojevê, dîsa çar roj berê şewat derket û li gundan belav bû. Yek ji van gundan gundê Serêkaniyê bû. Terfa Yildirim a ji gundê Serêkaniyê got: “Ji bo em ji vir derkevin û biçin vê her sal dikin.” BI DÎMEN
*Yekbun Yaş ku fîgurên mezopotamyayê li ser seramîkan nexş dike, li atolya Çînî ya li taxa Ziya Gokalp a Sûra Amedê vekiriye, dîrokê bi jiyanê re tîne cem hev. BI DÎMEN
Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku wek Meclîsa Jinan a HDP’ê hem li Meclîsê û hem jî li kolanê wê bi têkoşîna şoreşger a jinan veguhestinê pêk bînin û xeta têkoşîna hevpar ava bikin.
*Baxçeyê Gel" ku bi hevkariya Kantona Şehba û Efrînê hat damezrandin, zebze û fêkiyê ku jê tê li bi hezaran kesên pêdiviya wan bi alîkaiyê heye tê belavkirin. Hilberîna ji baxçe bi keda jinan tê kirin.