3 mêrên ku îstismara zayendî pêk anîn hatin girtin
- 13:55 20 Hezîran 2018
- Rojane
ANTALYA-Li Antalyayê 3 mêrên ku îstismara zayendî li zarok kir hatin girtin. 16 kes jî bi şerda kontrola edlî hatin berdan.
Li Antalyayê tevî S.A yê ku polîs e 19 kes ji ber ku îstismara zayendî li zaroka 14 salî kiribûn ji aliyê dayika zarokê ve hatibûn gilîkirin û hatibûn binçavkirin.
19 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya edliyeyê M.B.U û du zarok hatin girtin û 16 kes jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.