3 mêrên ku îstismara zayendî pêk anîn hatin girtin 2018-06-20 13:55:23   ANTALYA-Li Antalyayê 3 mêrên ku îstismara zayendî li zarok kir hatin girtin. 16 kes jî bi şerda kontrola edlî hatin berdan.   Li Antalyayê tevî S.A yê ku polîs e 19 kes ji ber ku îstismara zayendî li zaroka 14 salî kiribûn ji aliyê dayika zarokê ve hatibûn gilîkirin û hatibûn binçavkirin.    19 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya edliyeyê M.B.U û du zarok hatin girtin û 16 kes jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.