Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin

  • 12:02 18 Mijdar 2024
  • Rojane
STENBOL - Polîsan bi ser avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenyutê de girtin. 
 
Polîsan îro danê sibehê de bi ser avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyurt a Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin partiyiyan ketin hundir, qilfeya derî jê derxistin û wisa ketin ketin hundir. Polîsan, wêneyên di avahiya partiyê de, flama û pirtûk avêtin erdê û lêgerîna wan heta saet 11.00’ê berdewam kir. Piştî lêgerînê jî hinek wêne û pirtûk hatin desteserkirin. 
 
Di heman demê de Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kirin.