TJK-E bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê eşkere kir
- 12:22 18 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, di çarçoveya pêngava "Azadî Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re" çalakiyên xwe mezin kiriye, bernameya çalakiyan a 25'ê Mijdarê eşkere kir.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em 25'ê Mijdara 2024'an bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" pêşwazî dikin ku li çar aliyên cîhanê bilind dibe."
TJK-E'yê di şexsê Xwişkên Mîrabel, Sara, hevrîn Xelef, Jîna Emînî de jinên ku berdêl dan bi hezkirin û hurmet bi bîr anî û got, "Baweriya wan a bi jiyana azad, têkoşîn û eşqa wan îro di nava têkoşîna azadiyê ya jinan de mezin dibe û dewam dike."
Di daxuyaniyê de işaret bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hate kirin û hate gotin: "Ji ber ku hem navenda vî şerî Rojhilata Navîn e, hem jî polîtîkayên dijminatiya li jinê gihîştiye asta herî bilind, ev şer herî zêde me jinên Kurd eleqedar dike. Xurtkirina rêxistinî, polîtîka û xweparastinê, berxwedana li dijî êrîşên qirkirinê, afirandina alternatîfên perwerdeyî, çandî, aborî û civakî ji her demê bêhtir weke wezîfeyeke lezgîn li pêşiya me ye. Weke jinên Kurd ev yek esasê têkoşîna me ye."
TJK-E'yê destnîşan kir ku ew roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê bi vê berpirsyarî û hişmendiyê pêşwazî dikin û wiha hat bi lêv kirin: "Bersiva me jinan a li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser bingeha 'Şerê Wan, Xwîna Me', 'Em bi Jin, Jiyan, Azadî xwe diparêzin' wê diyarkirina polîtîkaya jiyana hevpar û demokratîk a jinan be, wê avakirina tifaqên mayinde be û mezinkirina têkoşînê be. Li welatê me Kurdistanê, li dijî êrîşên ji ber mêtingerî û polîtîkayên serweriya mêr, mezinkirina têkoşînê û serxistina têkoşînê wê armanca me ya bingehîn be.
Em 25'ê Mijdarê weke roja bilindkirina têkoşîna xwe ya daîmî, rêxistiniya jinê, çalakî û afirandinê dibînin. Tundiya li dijî jinê ji bo me hinceta afirandina şoreşa jinê û belavkirina fikrê konfederalîzma jinê ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin: "Çalakiyên ku em ê di navbera 18-25'ê Mijdarê de pêk bînin, li dijî faşîzm û dewletên mêtinger ên li her parçeyên Kurdistanê wê bibe pêleke berxwedanê. Di vê demê de li bajarên cuda yên Ewropayê wê meş, mîtîng, panel, semîner, atolye, nîşandana fîlm, pêşangehên wêneyan û çalakiyên çandî bêne lidarxistin. Weke jinên Kurd ên li Ewropayê em 25'ê Mijdara îsal bi biryardariya li dijî qeyûman, polîtîkayên darvekirinê yên rejîma Îranê, planên dagirkeriyê yên li ser Rojava, xiyaneta li Başûr û ji bo hilweşandina dîwarên tecrîdê Yên Îmraliyê pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan dikin ku bi coşeke mezin beşdarî çalakiyan bibin û kolanên her welatekî Ewropayê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bihejînin."