Meclîsa Jinan a DBP'ê rapora 'Li dijî şerê taybet hevdîtina jinan' eşkere kir
- 12:14 18 Mijdar 2024
- Rojane
ÇEWLÎG - Meclîsa Jinan a DBP'ê li Çewlîkê rapora xwe ya derbarê "Li dijî şerê taybet hevdîtina jinan" eşkere kir û got: "Em ê li dijî şerê taybet xebatên xwe bimeşînin, em ê bi jinên xwe rêxistinkirî ve ji bo jiyaneke azad ava bibe meşa xwe bidomînin."
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 3 meh in bi sernavê “Li dijî şerê taybet hevdîtina jinan" xebat da meşandin. Encamnameya xebatên xwe li Çewlîgê bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir. Di daxuyaniya ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Çewlîgê hat lidarxistin de pankarta 'Li hemberê şerê taybet em têkoşina xwe mezin dikin' û 'Li dijî şîdeta dewlet-mêr, jin jiyan azadî' hat daliqandin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçeci, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) tevlî daxuyaniyê bûn. Metna kurdî ya daxuyaniyê ji hêla Berîvan Bahçeçî ve hat xendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Wek jinên TJA’yê, me bi pêşengiya Meclîsa Jinên DBP’ê, ji 4’ê Tîrmeha 2024’an vir ve bi xebatên ku di bin navê 'Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan' hate li dar xistin, em bi 3 hezar û 200 jinan re civiyan. Wekî her demê em wek Gelê Kurd bi taybet wek Tevgera Jinên Kurd pêvajoyeke gelek girîng a qeyranan dijîn. Sedema herî bingehîn a kûrbûna qeyranan polîtîkayên şerê taybet e. Bi vê zanebûnê, em li taxan, li kolanan, li gunda û bajaran bi jinan re hatin cem hev.
Di dema xebatên atolyeyên xwe de me baş dît ku, şerê taybet bi rê û râbazên cur be cur çawa xwe vedişêre û diparêze. Li hember vê yekê me dît ku xebatên me çiqas girîng in. Me bi hev re pratîkên vê rastiyê dît û jiya. Beriya her tiştî me tespîta vê yekê kir; di vê pergalê de, kujer tên veşartin, ser cînayet û qetlîaman tê girtin, encamên ku bi hev re ne tên berovajîkirin, hestên civakî tên valakirin, fikr û ramanên mirovî tên guhertin.
Em dikarin bejin ku; di navenda vê pergalê de jî Kurdistan cih digre. Bi taybet piştî sala 2015’an, li Kurdistanê destdirêjiya zayendî, hewldanên sixurtiyê, koçberiya bi darê zorê, xizantiya gel û bikaranîna madeyên hişbir wek perçeyên polîtîkayên şerê taybet hatin zêdekirin.
Rejîma yekperest û ya faşist li Kurdistanê herî zêde ji bo çewisandina nirxên civakî ket nav hewldanan. Bi vê yekê ve hewl dide civaka Kurd li gorî xwe saz bike û di qontrola xwe de bigre.
Herî zêde jî jin bi vê pergalê hedef tên girtin. Bi polîtîkayên şerê taybet, li Kurdistanê hewl didin jin û ciwan ji nasnameya xwe, ji çand û rastiya xwe dûr bikevin û mêjiyên wan ê netewî bê tunekirin. Herî zêde jî hewl didin ku civakeke bê rêxistinkirî ava bikin. Di vê çarçoveyê de qetlîam, cînayetên ku qaşo kujerên wan ne diyar, girtin, binçavkirin, îşkence û pêkanînên OHAL’ê wek polîtîkayên dewletê li Kurdistanê heya niha kêm nebûn.
Li hemberî vê pergalê, Kurdistanê pêşengiya têkoşînê kir û ev têkoşîn heya niha jî berdewam dike. Dewleta ku her tim dixwaze vê têkoşînê têk bibe, îro bi destê desthilatdariya siyasî, bi tifaqên qirêj, bi rê bû rêbazên tarî hewldanên xwe didomîne.
Desthilatdariya ku hewl dide li ser dagirkeriyê hebûna xwe bidomîne, bi polîtîkayên şerê taybet nêzî Kurdistanê dibe. Li hemberî vê rastiyê em jî peywira xwe ya dîrokî bi cih tînin û rastiya vê pergala qirêj bi xebat û têkoşîna xwe ji raya giştî re radigihînin.
Me qala rastiya polîtîkayên şerê taybet kir
Wek jinên TJA’yê, bi pêşengiya Meclîsa Jinên DBP’ê, bi xebat û atoleyeyên xwe yên li navçe û navenda bajaran û li qadên herêmî, me li her qadên jiyanê rastiya polîtîkayên şerê taybet bi gelê xwe re, bi jinan re parve kir.
Me 73 atolye li dar xist
Di 3 mehan de, bi beşdarbûna 17 kesan, li 15 bajaran me bi 73 atolye li dar xist û em 3 hezar 200 kesan re ketin têkiliyê. Me xebatên xwe bi zareveyên Kurmancî û Zazakî meşand. Herî zêde em li ser mafê perwerdeya zimanê dayikê sekinîn. Dîsa em li ser hin sernavên ku wek perçeyên polîtîkayên şerê taybet nayên xuyakirin, lê di rastiyê de naveroka wan bi şerê taybet ve girêdayîne, sekinîn.
Wek rêbazên şerê taybet;
* Xizankirina jinan û bi vê yekê ve muhtackirina dewleta zilaman
* Di bin navê hezkirinê de pêwendiyên ku hêzên ewlehiyê bi ciwanan re pêk tînin û bi girêdayê vê ve, şantajên ku li ser deng û vîdeoyan tên kirin.
* Hewldanên ku ji bo jinên ciwan li zanîngehan sixûrtiyê bikin. Jinên ku li dijberî vê derdikevin rastî zextên zanîngahan tên û malbatên wan tên tehdîtkirin.
* Êrîşên zayendî yên ku cerdewan, polis û leşker li dijî jinan pêk tînin, parastin û bê cezahiştina faîlan.
* Firotin û belavkirina madeyên hişbir li Kurdistanê daketiya emrê 7 salî, bikaranîna van madeyan jî daketiye 12-13 salî. Li hemberî vê yekê tu tedbir nayên girtin.
* Memûr û bi taybet meleyên ku li Kurdistanê tên peywirdarkirin xebatên bişavtinê dimeşînin.
* Fûhûş li Kurdistanê wek xebateke taybet tê meşandin û jinên Kurd bi darê zorê ber bi fûhûşê ve tên kişandin.
* Di bin navê hezkirin û xizantiyê de jinên Kurd neçar tên hiştin û hesta întîxarkirinê ji wan re rewa tê dîtin.
* Bi girtin û binçavkirinên kêfî ve hewl didin ku ciwanên Kurd erdnîgarî û weletên xwe biterikînin.
* Bi qeyranên aborî û bi bêkarîyê hewl didin gelê Kurd muhtacî dewletê be. Ev yek rê li ber înkarkirina nasnameyê vedike, her wiha bi vê yekê ve hewl didin ku gel berê xwe bide partiyên desthilatdariyê.
* Ji bo jinên Kurd ji têkoşîna wekhevî û azadiyê dûr bikevin û li hember feraseta feodal, tarîqat û cemaetan hêza wan qels bibe, hewldanên taybet tên meşandin.
* Zarok û malbatên wan rastî gefan tên da ku xwe ji rêxistinkirinê dûr bigrin, dev ji ziman û têkoşîna xwe berdin.
* Qirkirina dîrokî û ekolojik
Di der barê van sernavan de me bi berfirehî nîqaş û xebatên girîng meşand.
Di piştperdeya şerê taybet a li Kurdistanê de armancên siyasî, aborî û civakî hene. Armanca vê stratejiyê ew e ku; îradeya civakî û siyasî di bin qontrola zayendperestî, nijadperestî û olperestiyê de bê girtin. Hewl didin ku li dijberî Modernîteya Kapîtalîst, avakirina Modernîteya Demokratîk qels bibe. Bi vê armancê hewl didin nirxên civakî perçe bikin.
Armanca polîtîkayên şerê taybet
Em dikarin armancên van polîtîkayan ên li Kurdistanê bi van sernavkan bînin ziman.
* Qelskirina Piştevaniya Civakî: Polîtîkayên şerê taybet, bi armanca bawerî û nirxên gelên Kurdistanê qels bike, dewlemendiyên çandî, zimanî û olî hedef digre. Hewl dide, gelên li Kurdistanê bi hev re jiyaneke wekhev nejî.
* Qelskirina Nasnemeya Kurd: Armanca wê ew e ku nirxên çandî û nasnameyên Kurdistanê bi rêk û pêk rastî bişavtinê bên. Bi vê armancê, polîtîkayên perwerde, ziman û çandê wek amûrên şerê taybet tên bikaranîn.
* Mezinkirina Mehkumiyeta Aborî: Heke ku Kurdistan di warê aborî de di bin qontrola navendî de be, pergal dikare xizantiya gel kûr bike û rêyên aboriya alternatif li gorî xwe saz bike. Ev rewş, rê li ber pirgirêkên aborî vedike. Bi vê yekê ve civak jî dikeve bin qonrtola rêvberiya navendî. Civaka ku xizan bibe, ji bo çareseriyê serî li rêyên cur be cur dide. Ji ber vê yekê jî di serî de ciwan û jin, gelên civaka Kurd di bin navê “bi rêyên hêsan qezenckirina pereyan” serî li rêyên qirêj dide, ji nirxên xwe yên civakî dûr dikeve.
* Operasyonên Derûnî û Propaganda: Di derbarê Tevgera Kurd û Saziyên Siyaseta Demokratîk de gotin û polîtîkayên ku êrîşkar armanc dike. Rojeva civakê berovajî dike. Di civakê de fikr û hestên teslîmeyetê bi pêş dixe.
* Koçberî û Guhertina Demografîk: Li hin herêman bi armanca koçberî û guhertina demografik polîtîkayên taybet armanc dike. Ev rewş di civaka Kurd de rê li ber pirsgirêkên civakî û polîtîk vedike.
* Tundî û Zext: Di çarçoveya şerê taybet de bi operasyonên leşkeri, binçavkirin, girtin û zextên din ve şikandina berxwedan gel armanc tê kirin. Hewl didin ku dengê gel bê qutkirin. Ev rewş bandorên neyînên li jiyana rojane ya gel dike.
* Teşwiqkirina Mezheb û Komên Etnîkî: Di navbera Mezheb û Komên Etknîkî yên li Kurdistanê dijîn de, avakirina rageşî û şerên navxweyî yek ji perçeyên şerê taybet e. Ev rewş, dibe sedem ku tevgerên bi hev re li Kurdistanê qels bibin û bi ser nekevin.
Ev stratejiyên ku me kurtasî qala wan kir, armanc dike ku têkoşîn û nirxên civakî, aborî û çandî yên Gelê Kurd têk biçin.
Encam û pêşniyar
Li hemberî texrîbatên ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê pêk tîne, divê têkoşîn bê mezinkirin. Ji bo vê jî divê gavên stratejik bên avêtin. Wek Meclîsa Jin a DBP’ê pêşniyarên me yên çareseriyê ev in.
* Pêşxistina Torên Hevkariya Civakî: Serkeftina tevgera jinan bi mezinkirina hêza tora hevkariyê pêkan e. Em dikarin ji taxan heya her deverên jiyanê di warê civakî û aborî de hêza jinan xurt bikin û hevakariyê mezin mezin bikin. Di bin baskê vê torê de em dikarin di qadên hiqûqî, perwerde, tenduristî de hevkariya jinan pêş bixin.
* Projeyên Kolektîf ên ku Wê Hêza Aborî Mezin Bikin: Li hember zextên civakî di warê aborî de bi hêzkirina jinan gelek girîng e. Bi koperatîfên jinan, bi projeyên kolektif em dikarin jinan tev li hêza aborî bikin. Ev proje wê bi xwe re aborîya hêrêmî jî bi pêş bixe, di warê aborî de jinan azad bike.
* Akademiyên Jinan û Bernameyên Alternatîf ên Perwerdeyê: Di qada perwerdeyê de divê em bandora jinan mezin bikin. Mafên jinan, wekheviya zayendiya
* Bikaranîna Platformên Medyaya Dîjîtal: Li hember platformên medyayên dîjîtal ên ku dibe sedem ku jinên ciwan bi hêzên ewlehiyê re dikevin têkiliyê û dikevin davên wan, divê em bi rêxistinê tevbigerin û hestiyariyeke kolekftîf bimeşînin. Di vî warî de divê em bi rêxistinî rastiyê bi jinan re parve bikin û medyaya dîjîtal li gorî vê rastiyê saz bikin û bikar bînin.
* Perwerdeya Wekheviya Zayendiya Civakî: Perwerdeya Wekheviya Zayendiya Civakî ne tenê ji bo jinan e, divê ji bo tevihiya civakê bimeşe. Di vî warî de divê bernameyên perwerdeyê bi zilam û jinan re bên amadekirin û bi hev re pêk bên.
* Pêşxistina Piştevaniya Hiqûqî û Parastina Mafan: Ji bo li hemberî tevî zext û pêkutiyan jin xwe baş biparêzin, em dikarin xizmetên piştevanî û torên alîkariyê bixin meriyete. Xizmetên ku wê bikevin meriyete, wê di vî warî de jinan hişyar bike û di parastina mafên jinan de ji wan re bibe alîkar. Avakirina wekî tora parêzeran di vî warî de mînakeke girîng e.
* Pêşxistina Beşdarbûna Siyasetê ya Jinan: Di siyasetê de cih girtinan jinan, di warê parastina mafên jinan de, di warê têkoşîna jinan de gelek girîng e. Ji bo jin xwe rêxistin bikin û ji pêvajoyê re bibin bersiv, li hemberî şerê taybet têkoşîna xwe mezin bikin, qada siyasî xwedî cihekî taybet û girîng e. Ji ber vê jî, li hemberî pergala serdest a zilaman, mezinkirina rêxistina jinan, pêşxistina feraseta jina azad û xwe parastina cewherî ya jinan divê esas bê girtin. Li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan mezinkirina têkoşîna hevpar bi îrade û rêxistinkirina jinan pêkan e.
Xebatên bi vî rengî çima girîng in?
Li gel van pêşniyar û encaman, di dema me xebatên xwe dimeşand, li Colemêrgê derket holê ku jinên ciwan çawa di çerxa madeyên hişbir de tên girtin. Derket holê ku çeteyên ku vê çerxê dimeşînin ji malbatên AKP’î ne. Malbatên ku şîkayet kirin jî bi zextên dozger şîkayetên xwe ji paş ve kişandin. Li gel vê geşedanê, xebatkara çapemeniya azad Rabîa Onver jî ji ber heqîqeta vê bûyerê ji raya giştî re ragihand rastî zextan hat, bi ser mala wê de hat girtin. Ji vê mînakê jî tê fêmkirin ku, dewlet bi daraz, leşker û tevî hêzên xwe polîtîkayên şerê taybet çawa li Kurdistanê dimeşîne. Dîsa li Wanê jî 2 jin ji aliyê leşkeran ve rastî destdirêjiya zayendî hatin, li Şirnexê dîsa 2 jin dema diçûn mala xwe ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşên zayendî hatin û li hember vê jinên li bajerê di çarçoveya xwe parastina cewherî de bertek nişan dan. Ev yek jî nişan dide ku xebatên me yên bi vî rengî çima girîng in.
Ji ber vê yekê jî, em wek Meclîsa Jinan a DBP’ê dibêjin; em ê li dijî şerê taybet xebatên xwe bimeşînin, em ê bi jinên xwe rêxistinkirî ve ji bo jiyaneke azad ava bibe meşa xwe bidomînin."