Zarokek Êzidî ji DAÎŞ'ê hat rizgarkirin

  • 10:19 20 Hezîran 2018
  • Rojane
Nisrin Hisen-Viyan Said
 
ŞENGAL - Zaroka bi navê Suad Berkat a 14 salî ya Êzidî ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat rizgarkirin. 
 
Zaroka bi navê Suad Berkat a 14 salî ya Êzidî û ji Gundê Tilezirê ji aliyê hêzên QSD'ê ve ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Suadê ji aliyê Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Xanesorê radestî malbata xwe hat kirin. 
 
Suadê da zanîn ku bavê wê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye kuştin û agahiyê ji diya xwe nastîne. Her wiha Suadê da zanîn ku daxwaza wê ew e ku hemû Êzidiyên di destên DAÎŞ'ê de ne bên rizgarkirin.
 
Li ser navê malbata Suadê dayika bi navê Şemê anî ziman ku ew gelek kêfxweş in ku keça wan ji destên çeteyan hatiye rizgarkirin û got:"Em dibêjin mala hêzên QSD'ê ava be ku keça me ji destên çeteyan rizgar kirin."