Li Hesekê daxuyanî hat dayin
- 12:08 19 Hezîran 2018
- Rojane
HESEKÊ - Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê têkildarî êrîşên Dewleta tirk a li ser Başûr û Bakurê Kurdistanê, Efrînê û siyaseta derbarê Minbicê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de dewleta tirk bi zimanekî tund hat şermezarkirin.
Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê têkildarî êrîşên Dewleta tirk ên li Başûr û Bakurê Kurdistanê, Efrînê û siyaseta derbarê Minbicê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de dewleta tirk bi zimanekî tund hat şermezarkirin. Daxuyanî li Taxa Til Hecer a li ber navenda Şaredariya Gel ji aliyê Hevseroka Şaredariyê Cîhan Ferhan hat xwendin.
Di daxuayaniyê de wiha hat gotin:"Dewleta tirk bi hemû pêkanînên xwe yên qirêj ên li ser Efrîn, Başûrê û Bakurê Kurdistanê û Minbicê hemû Rojhilata Navîn hedef digire. Yekem armanca ew e demografiyê biguherîne û zihniyeta osmaniyan li vir bide rûniştandin. Lê em ê heta dawî li dijî van planên qirêj berxwe bidin û nehêlin ku bigihêjin armanca xwe.
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.