Li Hesekê daxuyanî hat dayin 2018-06-19 12:08:33   HESEKÊ - Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê têkildarî êrîşên Dewleta tirk a li ser Başûr û Bakurê Kurdistanê, Efrînê û siyaseta derbarê Minbicê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de dewleta tirk bi zimanekî tund hat şermezarkirin.    Şaredariya Gel a Bajarê Hesekê têkildarî êrîşên Dewleta tirk ên li Başûr û Bakurê Kurdistanê, Efrînê û siyaseta derbarê Minbicê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de dewleta tirk bi zimanekî tund hat şermezarkirin. Daxuyanî li Taxa Til Hecer a li ber navenda Şaredariya Gel ji aliyê Hevseroka Şaredariyê Cîhan Ferhan hat xwendin.    Di daxuayaniyê de wiha hat gotin:"Dewleta tirk bi hemû pêkanînên xwe yên qirêj ên li ser Efrîn, Başûrê û Bakurê Kurdistanê û Minbicê hemû Rojhilata Navîn hedef digire. Yekem armanca ew e demografiyê biguherîne û zihniyeta osmaniyan li vir bide rûniştandin. Lê em ê heta dawî li dijî van planên qirêj berxwe bidin û nehêlin ku bigihêjin armanca xwe.    Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.