Li girtîgeha Sîncanê fobiya reng: Dijminahiyek balkêş mijara gotinê ye
- 09:08 2 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - Fîlîz Gençer a ji Girtîgeha Sîncanê dibirin nexweşxaneyê ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceyê hatiye. Fîlîzê wiha got: “Cezayên hucreyê yên 35-40 rojî tên dayîn. Ji ber rengan gelek cilên me nayên dayîn. Pênûsên rengîn nayên firotin. Kaxiz nayên dayîn. Li dijî rengan dijminahiyek balkêş heye.”
Fîlîz Gençer a 25 sal in ji doza DHKP-C’ê li Girtîgeha jinan a Sîncanê girtiye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi nameyekê vegot.
Fîlîzê di nameyê de diyar kir ku di 16’ê Nîsanê de dema ew birine nexweşxaneyê rastî îşkenceyê hatiye û got: “Dema ez dibirim nexweşxaneyê ez li bin derî sekinîm û min dirûşme berz kir.
Gardiyanan bi milê min girtin û ez kaş kirim. Ez derb kirim. Min bi hêrsek mezin li derî xistin. Bîhna min çikiya.”
Serlêdana sûc
Fîlîzê destnîşan kir ku li girtîgehan xespkirina maf bûye ji rêzê û got ew girtiyên şoreşger ji daxwazên xwe dest bernadin û got: “Piştî îşkence min dît min li serdozgeriya komarê serlêdana sûc kir. Hevalên min jî rastî heman şîdetê hatine.”
Hucreyê cezayê yên 35-40 rojî
Fîlîzê da zanîn cezayên hucreyê zêde bûne û got carna hinek heval rastî 35-40 roj cezayê hucreyê tên.
Fîlîzê di berdewamiya nameya xwe de binpêkirin wiha vegot:
*Saetên hevdîtinên me bi 42 deqeyî sînor kirine. Lê li gelek girtîgehan saetek e.
*Mafên sohbetê bi 5 saetan hatine sînorkirin.
*Deriyên hewadankê saet di 08.00’a de vedibe û di 19.00’an tê girtin. Derfetên me tên astengkirin.
*Gelek cil û bergên me ji ber rengên wan tên qedexekirin.
*Ceyranê nadin prîzên me. Ji ber vê em nikarin cemedank û televîzyonê bi kar bînin. Em bi komî nikarin televîzyonê temaşe bikin.
*Alavên kirtasiyê kêm in. Pênûsek rengîn nayê firotin. Kaxizên rengîn tuneye. Li dijî rengan dijminahiyek heye.
*Em ji kantînê dan û standinê dikin. Lê tu car tiştên me temam nehatine.