Jinên Kopê: Em ê di 24'ê Hezîranê de bibêjin 'em dikarin'

  • 09:01 2 Hezîran 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
MÛŞ - Li Tirkiyeyê gel wê di  24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Jinên navçeya Kopê  derbarê hilbijartinê de axivîn û  diyar kirin ku ew ê dengên xwe bidin HDP'ê. 
 
Gelên ku li Tirkiyeyê dijin, wê di  24'ê hezîranê de li hemberî hemû astengî, qedexe û êrîşan biçin ser sindoqan. Jinên Kopê anîn ziman ku ew ê 24'ê Hezîranê zilmê bikin sindoqan û bang li hemû jinan kir ku ji bo demokrasiyê têkoşîna xwe bilind bikin û di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê û bibêjin 'em dikarin'. 
 
'Her jinek dikar e'
 
Jina bi navê Kadriye Topçu jî bi lêv kir ku qedandina zilmê bi têkoşînê pêkan e û wiha axivi;"Niha di girtîgehê de 3 zarokên min hene. Her roj li ser kurdan êrîşek heye. Ji zimanê me heyanî çanda me her tiştekî me di hedefa hikûmetê de ye û qedexe ye. Li hemberî hemû êrîşan jî dîsa em bi awayeke demokratîk têkoşîna xwe didîn meşandin. Divê jin vê hilbijartinê mîna fersendekê binirxînin. Ji bo ku jin bibin xwedî gotin ev fersendek zêrîn e. Em jin natirsîn. Ji ber ku me bi çavên xwe gelek bindestî û zordestî ditiye. Em bêdeng nînin em ê di 24'ê Hezîranê de serî hildin. Cihê zilm lê heyî li wir demokrasî,aşitî, rengê jinê û jiyanê tune ye. Ji ber ku desthilatdar xwe bi zilmê li ser piyan digirin. Divê em 24'ê Hezîranê dengê xwe ji HDP'ê re bi kar bînin û bibêjin her jinek dikar e. "
 
'Dengên me dikarin biguherînin'
 
Sûheyla Demîr jî daxuyand ku tenê rojek têra fêmkirina polîtikayên AKP'ê dike û got ku her dengek wê pêşeroja wan aşkere bike û wiha berdewam kir;"Her sal em dikevîn pêvajoya hilbijartinê. Li hemberî van polîtikayan sebra me nema ye. Raste, pêdivî bi hilbijartinê heye. Ji bo guhertina vê pergalê şert e. Lê ev bi biryara îttîfaqa AKP û MHP'ê pêk hat. Herkes her roj şahîdê pêkûtiyên hikûmetê ye. Bêgûman 24'ê hezîranê de gotina her hilbijêrekî wê hebe. Divê dengên ku em bi kar tînîn bibin sedema astengiya zilmê. Ez ê dengekî xwe bidim HDP'ê yek jî bidim  Selahattîn Demîrtaş. Ji ber ku  ji zilmê re û heqeretê re bibêjim êdî bes e. Em ê bi ser kevin. 24'ê Hezîranê wê bibe serkeftina gelan. Divê em bi dengên xwe mizginiya rojên xweş bidîn. Dengên me dikarin biguherînin. Ger ku herkes bi vê zanebûnê tevbigere di girtîgehan de girtî, krîza aborî û qetilkirin namîne. Werin em di 24'ê hezîranê de tifaqa xwe nîşanî zilmê bidîn."
 
'Divê kurd bibin yek û 24'ê hezîranê tifaqa xwe nîşan bidin'
 
Jina  bi navê Bahar Esîn jî bal kişand ser 24'ê hezîranê û got ku ji bo demokrasiyê û aşitiyê ew dibêje HDP û wiha got:"Em di bin zilm û zordariyê de ne. Ji bo aşitiyê, yekitiyê, demokrasî û wekheviyê em dibêjîn HDP. Ji ber ku HDP ji şeran re, kuştin, mirin û zilmê re dibêje bese û ji bo ku HDP xemla her qadek jiyanê ye ez dibêjim HDP. Divê  kurd bibin yek û 24'ê Hezîranê tifaqa xwe û serkeftina xwe nîşanî tevahiya cîhanê bidin. "