ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 2 Hezîran 2018
- Rojev
*Li Tirkiyeyê gel wê di 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan. Jinên navçeya Kopê derbarê hilbijartinê de axivîn û diyar kirin ku ew ê dengên xwe bidin HDP'ê. DÎMEN HEYE
*Siyasetmedarên jin bertek nîşanî barkirina sindoqan dan û gotin gel wê şûnde gavê navêje û wê bi wesayîtan gel bibin ser sindoqan. DÎMEN HEYE
*Yek ji namzetên HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, di Meclîsa Tenduristiyê ya KCD û SES’ê de xebitiye. Salîha bi salane di têkoşînê de cih digire û niha jî hewl dide biçe meclîsê.
*Platforma Antîkapîtalîstan diyar kirin ku ew ê dengên xwe bidin HDP ya ku mafê karkeran diparêze û gotinên nîjadperest nabêjin. Antîkapîtalîstan daxuyakirin ku ji bo nirxên çepgir wê dengên xwe bidin HDP’ê. DÎMEN HEYE
*Yek ji namzetên HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ku bi nasnameya xwe ya femînîst, sosyalîst tê nasîn, ji bo dengê jinan li meclîsê jî bide bihîstin, têdikoşe. Zuleyhayê balkişand ser ‘projeya hilbijêrên bi tevger’ ya HDP’ê daye destpêkirin û got: “Bila kes nebêjin wê çi bi dengê min bê. Her kes ji bo biçe bajarê ku wê dengên xwe lê bi kar bînin, bila serî li HDP’ê û navçeyên wê bidin.” DÎMEN HEYE
*Fîlîz Gençer a ji Girtîgeha Sîncanê dibirin nexweşxaneyê ji aliyê gardiyanan ve rastî îşkenceyê hatiye. Fîlîzê wiha got: “Cezayên hucreyê yên 35-40 rojî tên dayîn. Ji ber rengan gelek cilên me nayên dayîn. Pênûsên rengîn nayên firotin. Kaxiz nayên dayîn. Li dijî rengan dijminahiyek balkêş heye.”
* Namzeta HDP’ê ya Kirklarê Dîren Cevahîr Şen diyar kir ku jiyan tenê ji mirovan pêk nayê û ji bo mafê sewalan banga dayîna dengan a ji bo HDP’ê kir. DÎMEN HEYE
*Rabîa Bulbul a penîrên bi destê xwe çêdike li baraza Kerboranê difiroşe di 20 salan de cesaret da bi dehan jinî. DÎMEN HEYE
*Li Qersa ku gelek gel ligel hev dijîn, jinan diyar kir ku bi AKP’ê re polîtîkayên dijminahiyê pêk tên û gotin wê bi HDP’ê re wekheviyê ji nû ve bihonin.