Pervîn Bûldan: HDP partiya aştiyê ye

  • 17:34 1 Hezîran 2018
  • Rojane
QERS - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya bernameya hilbijartinê de li Qersê tevlî mîtîngê bû. Pervîn Bûldan bal kişand ser polîtîkaya 16 salan a AKP’ê û got: “Qers jî di nav de we aramî nebiriye ti devera Tirkiyey. Ya herî vê dizane gelê Qersê ye."
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya bernameya hilbijartinê ya 24’ê Hezîranê de li mîtînga li Qersê hate kirin de axivî û diyar kir ku desthilata Erdogan aramî ne biriye ti devera Tirkiyeyê.
 
Pervîn Bûldan di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Hikûmeta AKP’ê di pêvajoya 16 salan a desthilata xwe de di serî de Qers jî di nav de aramî ne biriye ti deverên Tirkiyeyê. Ya vê herî zêde dizane jî gelê Qersê ye. Karker, esnafên Qersê dizane. Weke HDP’ em îro ji bo AKP ya ku li Qersê dawî li çandin, lawirvanî û baxçevaniyê anî dibêjin; ‘Destê xwe ji Qersê vekişînin.”
 
Ji ber ku gelê Kurd xizmetek baş ji nexweşxaneyên li vir nagire berê xwe didin Erziromê. Gelê Qersê li ser xaka xwe hilberînê nikare bike. Gelê Qersê nikare biçe zozanan. Gelê Qersê êdî nikare bi lawirvaniyê debara xwe bike. Gelê Qersê ne mehkûmî vê ye. Gelê Qersê ne mehkûmî AKP’ê ye.
 
Em soz didin gelê Qersê, Terekemenan, Azeriyan û hemû civakên li vir dijîn, em ê aramiyê bînin vî warî. Li welatekî aramî nebe, ne aştî û ne jî azadî dibe. Li ser vî warî her tiştî bûye qedexe. Aramî, edalet û demokrasî hatiye qedexekirin. Bi hatina HDP’ê û Demîrtaş re ev wê hemû were pêkanîn. Em ê şeva 24’ê Hezîranê bi hev re Demîrtaş pêşwazî bikin. Em amadene ku welat bi rê ve bibin.
 
Namzetên parlemeteriyê em emanetî we dikin. Dema we dengê xwe bikaranî destê xwe danin ser wijdana xwe. Hevrêyên li girtîgehê bifikirin. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdan bihizirin. Dema hûn dengên xwe bikar tînin zilma 16 salan a AKP’ê bihizirin. Roboskiyê bihizirin.”