HDP'yî li Çukurovayê bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin

  • 17:32 1 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê li Akdenîzê li gelek bajaran serdana esnaf û gel kirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên hilbijartinê bi hemû leza xwe berdewam dike. Namzedên HDP'ê yên parlamenteriyê ku li bajrên li Akdenîz û li Herêma Çukurovayê serdana gel û ya esnafan kirin bi kêfxweşiyeke mezin hatin pêşwazîkirin.
 
Edene
 
Namzedên HDP'ê yên Edeneyê kuçe bi kuçe, kolan bi kolan û bazar bi bazar geriyan û serdana gel kirin. Heyeta ku namzed Tulay Hatîmoglu jî di nav de bû li navçeya Seyhanê li taxa Bey, Firat û Denîzê li bazarên taxan serdana esnafan kir.  Li Ceyhanê jî li kolana Ataturkê li aliyê namzedan ve serdana esnafan hat kirin. Herwiha li navçeya Çukurovayê jî  serdana esnafên bazarê û yên din hat kirin û namzed bi kêfxweşî û coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Esnafan jî soza ku wê dengê xwe bidin HDP'ê dan.
 
Mêrsîn
 
Li Mêrsînê namzedên HDP'ê  xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê berdewam kirin. Namzedên ku xebat dimeşandin ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Herwiha  ji namzedên HDP'ê Ridvan Turan, Ftmagul Demîrtag û Şerîf Durmaz li navçeya Akdenîzê serdan esnafan kirin. Li Toroslarê jî namzed Mehemt Aliş, Reşat Aşan û Îbrahîm Uzun  li qahwexaneyan geriyan û pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.  Li navçeya Yenîşehîr û Mezîtliyê jî namzed Şîrîn Kaya, Reşat Aşan, Elîf Aslan û Mehmet Aliş serdan esnafan kirin û li bazara taxê geriyan û ji kedkaran xwestin ku li HDP'ê xwedî derkevin.
 
Antalya 
 
Li Antalyayê jî  namzdên HDP'ê  li Kepez û Muratpaşayê serdana esnafên li bazara taxê kirin, bi esnaf, gelê ku hat bazarê re sohbet kirin û ji bo HDP û Selahattîn Demîrtaş ku namzedê serokomariyê ye daxwaza dengan kirin.
 
Osmaniye
 
Li Osmaniyeyê namzedên HDP'ê Muslum Çaghan û Derya Turhan li taxa Eyup Sultanê çûn serdana malan. Namzedên ku bi gel re sohbet kirin ji bo ku HDP bendê derbas bike deng xwestin.
 
Hatay
 
Li Hatayê jî namzedên HDP'ê Mîthat Mîroglu, Hulya Kavuk û Kerem Nalbat  li navçeya navendê Antakyayê serdana esnafan kirin  û ji bo ku demokrasî bê Tirkiyeyê daxwaza ku piştgiriyê bidin HDP'ê kirin. Esnafa û welatiyan jî soza ku wê dengê xwe bidin HDP'ê dan namzedan.