Namzetên HDP'ê çûn serdana karkerên Flormarê

  • 17:02 1 Hezîran 2018
  • Rojane
KOCAELÎ - Endamên Parlamenteriyê yên HDP'ê çûn serdana karkerên Flormarê yên ku ji ber sendîqayî bûn ji kar hatin avêtin. 
 
Endamên Parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Kocaeliyê û yekemîn herêma Stenbolê çûn serdana karkerên Flormarê yên ku ji ber sendîqayî bûn ji kar hatin avêtin. Di dema serdanê de dirûşmên "Jin, jiyan azadî", "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin", "Karkerên Flormarê ne tenê ne" hat berzkirin. 
 
Karkeran gotin em ê dengê xwe bidin kesên ku keda me diparêzin. Namzetên HDP'ê jî peyamên piştgiriyê dan namzetan.
 
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Kocaeliyê Yasemin Uçer got:"Têkoşîna me li dijî pergala ku jinê dixin nava çar dîwaran, dê bidome, em ê wekî jin li dijî kesên ku zilmê li me dike li berxwe bidin." 
 
Piştî axaftinan namzetan û karkeran govend gerandin.