Li Serhedê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê berdewam dikin
- 16:01 1 Hezîran 2018
- Rojane
MÛŞ/BEDLÎS - Li Serhedê li gel eleqeyeke mezin xebatên namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê ji bo hilbijartinê berdewam dikin. Di çarçoveya van xebatan de li Muşê serdana esnafan hat kirin û li Bedlîsê jî gel hat ziyaretkirin û serdana gundan hat kirin.
Bi nêzîkbûna 24`ê Hezîranê re xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navend, navçe û gundan bênavber didomin. Bi tevlîbûna namzetên HDP`ê Gûlîstan Kiliç Koçyigit,Mensur Işık li navenda Mûşê serdana esnafan hat kirin û di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li esnafan belavok hatin belavkirin. Esnafên ku pirsgirêkên xwe ji namzedan re ragihandin eleqeyeke mezin nîşanî namzedên HDP'ê dan. Her wiha li Bedlîsê jî namzedên HDP'ê serdana welatiyan û gundan kirin û ji bo HDP'ê deng xwestin.
Li Bedlîsê xebatên hilbijartinê
Her wiha li Bedlîs û navçeyên wê jî xebatên hilbijartinê bi pêşengiya namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê û tevlîbûna rexistinên HDP û DBP li navend û navçeyan berdewam dikin. Di çarçoveya van xebatan de li gundê girêdayî Tetwanê Xerzat, sorp Ovas û Reşadiyê xebatên hilbijartinê hatin meşandin û serdana welatiyan hat kirin.