Pervîn Bûldan: Dê serdema AKP'ê di 24'ê Hezîranê de bi dawî bibe

  • 14:54 1 Hezîran 2018
  • Rojane
ERDEXAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku dema çûyina AKP'ê hatiye û got, "Emrê wan têra 2023'an nake. Dema wan wê 24'ê Hezîranê biqede." Pervîn Bûldan ji bo Selahattin Demîrtaş jî ev pirs li Dadgeha Destûra Bingehîn kir: Hûn li benda çi ne?
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Erdexanê kete nava gel. Pervîn Bûldan işaret bi operasyonên qirkirina siyasî yên li Erdexanê kir û got, "Lê em careke din dibînin ku gelê Erdexanê li meydanan xwedî li partî û paşeroja xwe derdikeve."
 
Pervîn bi bîr xist ku namzetê wan ê parlamenteriyê Taşkin Hoca nû ji girtîgehê derket û got, "Lê belê wê 24'ê Hezîranê deriyê hemû girtîgehan vebe û hemû dîlgirtî, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Balûken, hemû azad bibin."
 
Pervîn destnîşan kir ku weke HDP'ê ew hêvî û garantiya vî welatî ne û wiha dewam kir: "Em pê zanin ku hemû kes û hêzên ji bo aştî, demokrasî, mafên mirovan û edaletê têkoşiyane, wê 24'ê Hezîranê xwedî li HDP'ê derkevin. Ji ber ku yekane hêviya li vî welatî ji bo her kesî, HDP ye." Bûldan bal kişand ser rewşa Erdexanê jî û got, "Şêniyên Erdexanê ji bo biçin nexweşxaneyê neçar in biçin Erzîromê. Vê desthilatdariyê, çandinî, mafên mirovan û esnafkarî qedand. Şêniyên Erdexanê wê 24'ê Hezîranê dersa herî mezin di dengdanê de bidin vê desthilatdariyê."
 
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku êdî hikumeta AKP'ê wê nikaribe zilmê li gel bike û got, "Ev welat ne mecbûrî AKP û Recep Tayyîp Erdogan e. Êdî dema çûyina AKP'ê hatiye. Dem hatiye ku Recep Tayyîp Erdogan biçe li mala xwe rûnê û li ber neviyên xwe be. Ji ber ku yên ku dikarin vî welatî bi rê ve bibin hene. Ew jî HDP û nazmetê wê yê Serokkomariyê Birêz Selahattîn Demîrtaş e.
 
Lê belê ji HDP'ê, ji Selahattin Demîrtaş ditirsin. Ji cesareta Demîrtaş ditirsin. Ji siyaseta HDP'ê ditirsin. Ji ber vê yekê, tevî ku Selahattîn Demîrtaş namzetê Serokkomariyê ye, li girtîgehê dîl digirin."
 
Pervîn ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn jî got, "Hûn hîn li benda çi ne? Ji bo Selahattîn Demîrtaş azad bibe, hûn çima li gorî pîvanên xwe tevnagerin? Hûn çima ji Demîrtaş ditirsin ku dakeve meydanan û bi gel re bide û bistîne? Em vê banga xwe careke din dikin. Divê Dadgeha Destûra Bingehîn tavilê biryarê bide. Divê Selahattîn Demîrtaş bi lezgînî bê berdan. Û demek ji ya din zûtir dawî li vê neheqiyê were anîn."
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser rewşa AKP'ê û got, "Qala armanca xwe ya 2023'an dikin. Halbûkî nizanin ku emrê wan têra dîtina 2023'an nake. Wê nikaribin heta wê wextê welêt bi rê ve bibin. Dema wan wê 24'ê Hezîranê biqede.
 
Ji bo Tirkiyeyeke bêyî AKP û bêyî Erdogan roja 24'ê Hezîranê bê afirandin, em bi şev û roj dixebitin. Em diçin her mal, kolan û meydanê. Welatî ji xwe qanih bûne û dibêjin, 'Em ê wan bişînin'."