Li Rihayê jî sindoqên hilbijartinê ji cihên xwe hatin barkirin
- 14:53 1 Hezîran 2018
- Rojane
RIHA - YSK’ê bi hineta “Ewlekariyê” biryar da ku sindoqên Taxa Yukari Doruklu ya Serê Kaniyê vuguheze Taxa Aşagi Doruklu ya qereqol lê tune ye.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), çend roj berê biryar da ku wê li 19 bajaran cihê 144 hezar sindoqan biguherîne. Sindoqên ku bi hinceta "ewlehiyê" biryara barkirina wan hat dayîn, yek bi yek cihên wan ji aliyê Serokê YSK’ê Sadî Guven vê tên diyar dibin.
Di biryara hat dayîn de cihê 14 sindoqên Rihayê wê bên guhertin. Yek ji van sindoqan jî sindoqa Taxa Yukarî Doruklu ya navçeya Serê Kanî ya Rihayê ye. Sindoqa vuguhestin Taxa Aşagi Doruklu ya qereqol lê tune ye, rê li ber matmayînê vekir. Li aliyekê behsa ewlekariyê tê kirin û li aliyê din sindoqan li cihên ku qereqol lê tune ye bi cih dikin.
Hat diyarkirin ku 14 sindoqên ku dengên HDP'ê pir zêde lê derdiketin, wê barbikin taxên dengên AKP’ê lê zêde derdikevin.
Herwiha hat aşkerakirin ku dîsa taxên navçeya Serê Kaniyê jî di nav de biryar hatiye dayîn ku wê li nançeya Sêwreg û Wêranşarê jî li gelek taxan cihê sendoqan bê guhertin.